the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Miqamê Civata Kurdî

Ditirsim Ez Bimrim

Tirsim ez bimrim dilo heyran li vê havînê yeman Li vê havînê dilo heyran livê havînê Tirba min çêkin dilo heyran li şanaşînê yeman Li şaneşînê dilo heyran li şaneşînê Bi ramûsanek bistînim ji biskê zînê yeman Ji biskê Zînê dilo heyran ji biskê Zînê Tirsim ez bimrim dilo heyran li vê baharê yeman Li vê biharê dilo heyran livê biharê Tirba min çêkin dilo heyran li binya darê yeman Li binya darê dilo heyran li binya darê Ez ramûsanek bistînim ji biskê yarê yeman Ji biskê yarê dilo heyran ji biskê yarê Tirsim ez bimrim dilo heyran li vê pahîzê yeman Li vê payîzê dilo heyran livê payîzê Tirba min çêkin dilo heyran li bin dara gûzê yeman Bin dara gûzê dilo heyran bin dara gûzê Ramûsanek bistînim ji biskê qîzê yeman Ji biskê qîzê dilo heyran ji biskê qîzê

Bêjebêje © 2015-2024