Miradê Kinê
Adlê
By: diyarovsky 81 BB · Contributor
Ax weylêêêê weylêlêlê weylêê... weylêlêlê weylêêê weylêêlêlê weyllêê... ax weylêê lêlê adlêê.... û de raba xaberdana rojê, de raba şitexalîya min a şev e... û de raba kûl û meraq û hedana şitexalîya ser devê dinya alemê... û Adlê dibêjê lo lo yabo pazê bavê min girana weka mêya avê, de wayê xwe berda hera ser devê bîr a hêlê. û de lê lî belê, wezê rabim herim ser devê wê bîrê, wezê ba'kimê wî şîvanî şimalî xelqê, wezê bejim min e hazar zêrê damê haqê kolana wê bîr e. û de lê lî belê tirş û talanê bavê min gelêkayê weka perçime dar û derîyayê, weka mê ya avê ma tu ji xwedê naditirsî kû dibê nava rojê tu yê nayê ser devê bîr e.
û de lê lî belê Adlê Rûniştîya ser devê bîrê , û ba'kirê wê şîvanî şimalî xelqê û min e ji bavê xwe ayb û şerm nekirbana vêga pav û tûrik û kopalê te wê avêtime binê wê bîr e, Adlê rabûya û rûniştîya ser devê wê bîrê, şaqil û pakilê xwe, xwe berda li nav avê... û ava bîra hêlê weka belekê berfa bûza mûsilê, berda serê çîyê... û çawa ev ava hanekê li ber pakê bacaxê rêş dibe ya xeliqo weka tenya binê sêlê...
ax lê lî belêêê, û Ketîyê kêf û sohbetê, û Şerefdînê Kurê Miradê Muvalîya ra çol û berîya digerê Neçîrvana kaxizana li çolê, nîsanê nava rojê şerefdîn hatiyê kû werê ser devê bîr e, wextê kû çav adlê dikevê dilê wî dihêlê, ewa kû zikê wî pê de diçê, û dibê topa mala bavê min, bin berfa serhadê hurîya cinnetê ji kû hatiyê ser devê wê bîr e...
lê lî belê, wextê Adlê çav wî zilamê, wî siwarê ser devê cadê dikevê, û dibê "lo lo siwaro, lo lo siwaro... weyla siwarê ser devê cadê.." û de lelî belê hêkê tu yê Muxlacî dike wa bajarê,
hêkê tu yê gêlanê şewriqî avdal begê, serekî muxlacîyayê û dike dava huqûqê dawa şer û qewgê, û hêka tu yê hatî dawa şûr û darê rimê... û wez adlê keça mistfê me û wezê siwarbim e go raji me şûr û mertalê helbet egrê koka bavê yekî bi tafînim li darê dinê heylooo....
û de lêlî belê... adlê xaberdana xwe jê re dibêjê "de raba de raba de raba... qul û meraqa dilê min adlê wezê ne hatim e dawa bajarê, wezê ne hatimê dawa şûr û darê rimê, û lê lî belê wezê ne avdal begê serekî muxlacîya yê me, ne hatimê dawa şûr û darê rimê... wez şerefdînê kurê mîrê me Muvalîya me wê metîh û salox û sebebê te ji min re hatîya wez hatimê dawa hazn û cemalê adlê....
ax heylêêêê lêêêê lêê... wextê şeredînê kurê mîrê mivalîyara wî xaberdana hanekê dibêjê , û dibe lo lo şerefdîno ew xabera hanekê neya gotinê go tu yê li wê de dibejê devê wê cadê, hêêkê birra tu yê rast dibêjê xwe bavêjê binê konê bavê min binê konê mistefê,
û sercila bavê min e weka orf û adedê dinê, min bavê min bixwaza hêkê da min weka wez qewetê da me ta, û hêkê wezê ne dama te de pîkê min nazikê weka avê, wezê wa pîkê xwe nazik hezar salî te werim revandinê darê dinê weylooo...
Wextê adlê lo lo dibêjê, Şerefdînê kurê mirê Muvalîya dizivrînê serê hespê, dajûyê binê konê mistefê, û dê rûnê devê malê, û wextê te meyzenê wayê mistafa hê ji wir de tê , dû dibê ya mistafa tu nabêjê mevanê min î ji kû wê çê, de wezê hatimê destê mihovatîyê (mirovatîyê) wezê hatimê xweginîya adlê, wextê dîsanê şerefdîn xabera xwe jê re dibêjê ya şerefdînê kurê mîrê muvalîya ser çavê min û bavê min hatîyê bi qencî devê li konê amê, min e sund xwarîyê, li dinyayê wezê tu cara belkî'j keça xwe nedime xelqê, hera qîza min te re bê bila ji te re pîroz û bimbarek be li darê dinê heylorr.....
û de lelî belê, wextê mistafayê wê xaberdanê şerefdînê kurê mîrê muvalîyê re dibêjê hemê carekê dajûyê ser devê bîra hêlê ba adlê... û dibê de rabê adlê, de rabê nazik û nazedara li ber dilê minê adlê û de raba hadena şevê, şitexalîya rojê kul û meraq û şitexalîya min û dinya alemê xelqê...
û tu yê raba ser xwe, bavê te ew xaberê hanekê ji min ra gotîyê binê konê amê, û emê her du birêvînin, emê nizanin xwe bavêjin tor û baxtê kê
de le lî belêêê... mihovekî waya dibêjinê hemê musiqî ser devê mala wî nivîsî ewê mala amê, jê re dibêjin mêrê çê kê kû mirad û maqsadê dilê xelqê hasir dikê, şevê ketîyê xewna nîvê şevê û dirajê destê adlê, û bi şev û birojê dimeşê xwe davêjê hemê musiqî, mala amê û de lelî belê adlê herê oda pîreka alê oda malê, şeş kurê hamê musiqî henê , dûrî bî hazurî hamû reş in tu'ji ninê kêr e....
gû Wextê ya mazin digîyê dibê weyla xatûnê min e serserê min û bavê hatî, de çiqa xatûna min a xweşik e kesekê bahsê nekir di wa dora milê, de yê biçûk digîyê dibê xatûnê min e, keko wellê hunê ji min mastirin her yekî jina wê heya ezî bêkar im ne zewûcî me tûm şerîat ûkanûn dibê aslê wî ji min ra dikevê... bavê wa hema musiqî te dibê xwîna me bavê me sekinîya jinê wî dido na kana bibinê sisê
de wextê me xaberdana hemû weka dora tanûrê dora xwe dênîna ser Adlê, Adlê dirabê gazî Şerefdînê kurê mîrê muvalîya dike, û dibê lo lo şerefdîno hemê musiqî wellê wê te kujê min, ji xwe distînin tu yê raba lêzka bilêzina, min mala hamê musiqî tu yê min dêrina, û de lê lî belê tu nizanî bû gava dîtirê destê xwe kirbûn stûyê min da , kaba xwe ser ya min da çiqa bidewsîna, tu yê raba min odê canmêr û makûl û axalêra li darê dinyayê ji xwe re bigerîna looo... şevê ketîyê şîvê û şerefdîna kurê mîrê muvalîya biga dirajê çeplê Adlê... û digerin welat û memlaketa diserê dora dinê, çi axa û çi mûlûkê xwe davêjê devê derî çav adlê bikevî awil dora xwe dênê ser Adlê... heta kû dikeve bajarê Misrê xwe davêjê ba mulûkê misrê, û dênê xwe dayê mulûkê misrê waya misînê destmêja perê yê waya derketîyê destmêja devê odê, û diçê balê silav dike hazira wekê, û lê lî belê dibê ya mulûkê misrê tu nizanî minê rabûya çî kirîya, û minê ni çeplê Adlê Keça Mistafa Mîrê hewarya minê anîya, û de minê di canmêr û disanê babaagîda weka mulûkê misrê min nedîya , û wezê hatime Qesra xwedê teala devê derî vîcdana te kirî heylooo, û wexrê wilo dibêjê mulûkê misre di bakiryê dibêjê kurê min o kerem bika herê oda mêvana oda amê, û Qîza min e keça min e here oda pîreka min oda malê, sê waadê xwdê li can û cesedê min ketî be
û Wezê vêga ba'kime miftê Qazîû Melê û Wezê Adlê Mar bikim canê şerefdîne Kurê Mîrê Muvalîya li odê heylooo...
û heyloooo.... ax lê lî belêêê.. hêêêê... carekî mulûkê misrê dibakiryê qazî miftî malê,, û adlê mar dike canê şerefdînê kurê muvalîya li odê , û dibê ya şerefdîno raba hacî mistafa Mîrê hawala zilamekî mazin a, ûemê kefen û lifik û sabûna xwe hazir bikin xwe bavêjinê devê derîyê mistefê, û emê bêjinê ne qencîyê hanekê buhara te kirîya li darê dinê û debekî disanê devê konê amê, me afû bike. û mulûkê misrê dirajê kefen û lifikê dide ber singa xwe vedike xwe davêjê devê dêrîye mistefê, minê ew neqencîya hanekê li buhara te kir, li darê dinê, tedibe ew şûrê te ye serê min e tu yê serê min dêrê malê jê bike, û dibê ya mulûkê misrê tu yê ser çavê min û bavê min hatiyî bi qencî li darê dinê, bila hazarî weka adlê kurbanê canê Şerefdînê mîrê muvalîya dibê heylooo.... ax weylêêê weylêê lêlê adlêê...