Miradê Kinê
Alîkê batê
By: diyarovsky 950 BB · Top Contributor
Ax lê lê dayê… wey lê lê dayê… wey lê lê dayê…
Ax lê lê dayê… wey lê lê dayê… wey lê lê dinyayê…
Û lo lo axaoo… wezê çûma Sinê ti nehatê…
Û wezê dênê xwe didimê zinarekî bilinda… lo lo Bira zinarekî gelekî li herema...
Û de lê lî belê… sê cara Şemûnê Hanne Haydo…
Û bavê korê , gazî kir e Elîkê Betê bavê Ûsif û Mihemed Nezir Siltan hevêrka.
Go tu yê rabe ser xwe… û berê Alamanya navê mûmata giraaan
Û eskerê hûkûmatê bişixûlîna bi terq û dengê tivinga tev lama laman
Û lo lo axao… sê Waadê Xwudê li can û cesedê mi ketibin…
Û mitala neka… roja ku li te biqewimî binya Çiyayê Mixrê sisê ti nehatî …
Û wezê tera evqa mûmata giraaan evqa eskerê dî hebam
Û wala roja lî te biqewmê ti ribatî wez celabê te maa hey lo… de ho…
Û axao bila Xwudê ji te razî bê… Û axao bila Rebbê alemê ji te razî bê…
Û bila derhaqa Elîkê Betê bavê Ûsif û Mihemed Nezir Siltanê hevêrka bila xwîna min biherikê weke mezî be…
De roja şerê tinatê bila serê min bi qurban wî serî be de rabe û axao hey lo… de hey lo…
Ax wey lê lê dayê…
Û axao li halê min û li vê xemînê… bira li halê min û vê xemînê…
Û roja tengî bê hawhawê kurê camêra terqênê darê mitilyoza kesek wê Kelî yê dostê Xwudê bi ser û çavê xwe nabînin.
Û de lê lî belê… Ser serê Elîkê Betê bavê Ûsif û Mihemed Nezir Siltanê hevêrka bûya roja qetl û xwînê…
Û de lê lî belê… De çawa waye qaymaqamê Nisêbînê û ciwabê didê walîyê Mêrdînê…
Û dibê Alo Alo a telefonê wa ciwabê didine xopana bajarê meclisa Anqara dîsanê welatê Tirkîya hemîya pê dihesînê…
Û de lê lî belê…ewê derabin ewraqê mala Haco… û Elîkê Betê li wê dê bavo ji balbat û ji deftera çawa digrû dixwîniiin. Û de lê lî belê… eskerê Ezedînê temo gewrê Silêmanî Hemoyê û Ehmed
Û de çawa we go waye derketye devê binya Çiyayê Miqrê..
Û de vayê hêdî hêdî hawîrdorê wî girtina û dilezînin.
Û sê cara şemûnê Elîyê Heydo bavê korê Siltanê hevêrka…
Û de lê lî belê… çawa lê dikî gazî…
Û dibê wezê destê xwe bavêjma darê camêzarê bereda vê xençerê weze bikime roja qetl û xwînê…
Û wezê bikevme pey vê mûmata giraaan
Û heta berê wa rast bikim li qapîye Sûrê dergê Nisêbînê hey lo… de ho… de ho…
Û Axayo li me firmana… xweşmêro li me firmana…
fermana Elîkê Betê bavê Ûsif û Mihemed Nezir dehnê min li wan a çiqa girana…
Û firmana wî rabûa ji xopana bajarê Anqara û Stembolê…
Û de lê lî belê ji wê meclîs û daira ji ber kaba siltana hey lo… û hey lo… de hey lo lo…
Ax wey lê lê dayê…
Û lo lo axao… me şerekê danîbû… û li Sinê ti nehatî…
Û li ware gere nekir û li binya Çiyayê Miqrê… lo lo axao li tenişta Sinê ti nehatî
Û de lê lî belê…û sê cara Şemûnê Hannê Haydo bavê korê..
Û li Elîkê Batê bavê Ûsif û Mihemed Nezir dike gazî…
Û dibê tu yê bîya min bikê wezê rajme darê xencerê nivê tivingê vê beradim
Û wezê ji vê mûmata giran wezê bi tenê derkevime vê meydanê vê tiratê..
Û ti nizanî rojekî çi mi sozekî ji te re daye ti cara terka axayê xwe nadim
Û wala ku serê mi lê werî ber bîrînê ber celadê…
Û ti cara şim û telika(terka) Elîkê Betê ti car û ti car nadim
Û wala wezê bikevima pey vê mûmat û eskerê giraan
Heta berê wa rast bikiiim û nava wa sûqaq û zamboqê nava Midyadê hey lo…
û axao hey lo… xweşmêro hey lo…û axayo hey lo…
Û axayo bila Rebbê… alemê bila jite razî bê…
Û bila wextê… Elîkê Betê bavê Ûsif û Mihemed Nezir dibû gazî…
û dibû tengî.. bila serê mi bi qurbana wî serî bê…
Û derheka Elîkê Betê de bila xwîna mi biherikê weke şerikê mezîdê hey lo…
ax hey lo… û axayo li me firmane lo…