Skip to main content
a photo of Miradê Kinê

Miradê Kinê

Besnayê

By: diyarovsky 950 BB · Top Contributor

Dê lê lê lê lê lê... lê lê lê Besnayê, Xweşîkê Besnayê, Keçîkê Besnayê lo, Fîstan kir'ne lê nayê, Besna Xawa min nayê, Piştî çavê kilbelek lê, çi'bikim malê dinyayê... Besna hat û meşîya, Besna hat û meşîya, Fistanê bajarîya, Bin qundira Mêrdînîya Serê mimka çî tûja, binê wan de deqdeqîyê, Xweştirê sev û hirmîya, Xweştirê sêv û hirmîya, Ser devê min hêlîya lê besnayê... Lê neman Nacîya, Ax lê neman Nacîya. Memik sor û spîya, Wek Sêva Xelatîya Ramûsankê bidê min Ramûsankê bidê min Çiqa gûnê jê werê Hemû sûyê sofîya, sofîya Hesenîya û Kendalîya Lê neman lê Besnayê..

Bêjebêje © 2015-2026