Skip to main content
a photo of Miradê Kinê

Miradê Kinê

Derwêşê evdî

By: diyarovsky 81 BB · Contributor

Heylo lo dêla yê... Heylo lo delal... Heylo lo lo delal... de raba xewn û xeyala dilê min de siwaro heylo lo heylooo delal... Delalê dilê min'o waya havînê me buhurî ew bahar dîtirê were payîz a, û de lê lî belê min digo wextê delalê dilê min rebena xwedê were mêvandarîyê mala bavê min rebena Xwedê dîsa, min e jê re hazir kir bû ew berxê serê koz e min jê re destmeq vekirbû malê çêkîr bû temîz a, û de delalê dilê xwe re min e hazir kir yê kakilê fistiqan û bindiqan haftbarê kakil e wan gûz a, wellê tirsa min e ji wê tirs e yê, bavê min ne li mala û dêka min Extîyar a delalê dilê min rebena Xwedê şeva nîvê şevê yê were bi lihêf e bi cotê memika min rebena xwedê bi lêriza heylo lo heylo... Heylo lo lo delal... yadê berrîya mêrdîn e şewûtî, min e dehnê xwe dayê berrîka fireha bi gelekî kêr û behro, û ew nizan e rada ra kelha mêrdîn e min e dehne xwe dayê waya biserêkero, min digo wextê dêlê delalê dilê mino derkeve ji xwe binêr berriyê xwe bide mêrdîn e rajê werê bajer'o û de lê lî belê wê şevê mêrdîn e nasekinê berê xwe dabû xopanê rişmil û kubalê madena zîv û zêr'o, min digo wextê delalê dilê min rebenê werê mêvandarîyê mala bavê min rebenê, wezê rabim balgiv û navbalî jî, ji bavêjim ber palê devê rê'o, û de kara xwe kir wextê cigara xwe bipêçe wezê dora soba me giraha ma maşikê me ne hazir bû, cirana mê biribû wellê dêla maşikê me ne hazir bû, ciranê me biribû, wellê dêla maşikê min e her dû têlîya xwe avêta hindûr wê sopê bav li agir e hêr'o, wellê bû qiçaqiç a donê têlîka min rebena xwedê yê wa mişk û mar û dûpişkê nava kur û qawêr û diwêro, û de çaxa ji behna donê têlika min rebena xwedê bûnê têr o heylo lo lo mêvano... Heylo lo lo lo delayêêê hêêyyy... de yadê min e rabû kar û bara delalê dilê xwe kir'o, ew berxê serê kozê minê anî bû ji delalê dilê xwe ra min ê hazir kir'o, wellê min e rabû quşbaşî û pîrzola min e jê re çêkir'o, wextê delalê dilê min rebenê hat e mêvandarîyê mala bavê min e bi rebena xwedê wa kutilk û aprax a kan û kayil kir'o, û tam kete sala dido ra, şîrîn delalê dilê mino rebenê ber çavê min wunda kir'o heylo lo heylo.. de rê rabê delalê malê yo şevgerê nîvê şevêyo siwerê ser pişta hatbê yo kilê çavê min rabena xwedê'o û de raba dora surucê, deşta harranê û çola qiziltepa de raba delalê deşta dilê min ditenê yo de raba heylo lo.. Heylo lo lo delal delal delalo.. xwezî ji xêra mala xwedê ra dilê min weka wî zemanê ewilî ji delalê dilê min rê bixwesta, û vêga min e rabû bana şikaft bana xirxalê pîya xwe rebene gustilê tilîyê xwe ew bazinê wan dest a, û min ê çêkirbûna qadaxêkî zîv û zêrî, wezê çûma pêşîya hit û hilikê mala bavê xwe rebenê minê wa telîya xwe bikin başverê tê da, û qatekî qeşa zozanê serhedê dilopêkî ji binê xwêdanê memikê xwe min e kirbûna nav da, wextê derwêşê Ewdî kekê nûrê siwarê ser pişta hatbê dibê, lawikê wê ezidî, û devê derikî mala bavê min da buhurî bû'a dev û lêvê xwe şîrîn tasekî ava cemidî li min bixwesta min e destê xw danî bûna ser sing û berê xwe rabenê min e, ew qadaxa avê ji dêla slava min e dabana dest a heylo lo heylo... de raba delalê malê, şêkirê aydê li ser masê , ser guhê destmal e û dê raba qul û kederê rojê, qul û axîn e evarê de raba mêvanoo heylo lo... Heylo lo delalo delalo... û delalê dilê mino min e dehnê xwe dayê siwarê mala bavê min rebena xwedê kar û bara xwe kiro çûnê di sibê da, midî pêşîya selefê siwarê ketîyê kuntara çiyayê ewdilazîzê paşiya siwara ma bû neqebena girêdike dikêfke da , û delalê dilê mino hingî fesad û avan û berdoşê gundê mala bavê min rebenê pir î zaf î gelêk in, tirsa min e ji wê tirs e yê wextê tu werê serdanê cotê memikê min keçik e, û ew fesad û avanê gjndê mala bavê min rebenê dêla agirekî cigarê wê bênim ser tahl û baxtê min û te da heylo lo heylo... de re rabê delalê malê yo, şevgerê nivê şevê yo siwarê ser pişta hitbê yo kilê çavê min rebena xwedê yo, di welat û memleketa û darê dinyayê de raba bi şev û bi rojê têneyo de raba heylo lo lo... heylo lo dele yê û delalê dilê mimo wellê wezê nekîkima, wezê ne gesî ma, û navê min adlê ya wezê keêa zor î temîr paşayê milî ma, û wezê xweyî yê hazar û haftsed konê reşê arabî ma, wezê li binê deşta harranê şawûtî, wezê li binê berrîya jêrî ma, û bavê min rabena xwedê gotiyê adlê keça min e qîza min e, û de raba çavê xwe li welat û şaristana li kurê camêra bigerina, yekî ji xwe re dilê xwe bigrê bineqîna... û min e sond xwariyê axdekî giran axda mûrê ber wezê tu car a makûla nakim hêçî makûl in tahl û bextê wan nîna û wellê wezê tirka nakim hçî tirkin nanê wan nanekî kor e ser kamba wan î xayîn a, û de le lî belê wezê koçera nekim perê tu dibê pancek axê wan nav axa nebî silêman dêrîna, û de wezî disanê, rabim wezê kurmanca nakim heçî kurmanç in daîm kerwanîna birêwingîna, daîm li dora axibana xalê rişmilê dora sêrt e kerwanîna, wezê rabim xwe berdime deşta harrana şawûtî nav selefê siwara û wezê ji xwe re neqînim wekê derwêşê Ewdî, Kekê Nûrê siwarê ser pişta hatbê kilê çavê min rebena xwedê û roja hindik heft talanê araba bi er konê bavê min da dawerîna heylo lo.. delê heylo lo rabê delalê malê , û de raba şekîr e îdê li ser guhê destmalê û dê raba qul û axînê rojê qul û kederê evarê û de raba bidesta mikala xizala bigra min ji xwe re bibê malê de raba heylo lo...

Bêjebêje © 2015-2026