a photo of Miradê Kinê

Miradê Kinê

Ew Jî Jin a, Ew Jî Mêr a

yek hate ba min, go jina min bêxîret a, go birawo taq û porê wê hemû li wa dana, êdî du sê xebera bêje belkî hebikî tehna lêda cara ji mala xwe ma, îcar min ev xeberên ha gotin ew jî jin a agir kete mala min a diştexilê tu car dorê nadê min a xeber didê tu car dorê nadê min a porbirişk e weka keja wa bizina porbirişk e weke pirça wa bizina ê xweşik e ma we ê wek min dîtina ew jî jin a, ma ew jî jin a diranê wê spî dikin, wek ferşikê ser yapraxa zikmezin e xwarinxur e hemû çaxa wextê êvara dirazê, weke tu yê merşê raxa ê xweşik e ma we ê wek min dîtina ew jî jin a, ma şansê min a rûqirêj a, wek eyarê gemarê firnikê wê eyn weke qulê kewarê girêza wê wekî şirikê biharê fişfişa wê wekî gayê li pey kizin a ew jî jin a, ma şansê min a, jin wer hena ez î ba kim, e nabakim bi mîrkutan nalebitê ez î ba kim, e nabakim bi çakûç û destîbiviran nalebitê têr nabe, ji gotin û şitexaliyê, ji vê pitpitê wexta ew tu pişikê wextê êvara . heftê sal a, hê hermetê ne mezin a ew jî jin a, ma şansê min a mi dît, wa ye jinik hat, go keko ev xebera ha te .. ji mi ra gotina de ka ya wî jî bêje, de qe em wekî hev lê werin ew jî mêr a, şixul nema li bajêr a ma birçî ye li ba min têr a heqê wîna neh deh kêr a ev mêra ha ew çi dike, ew çi nake mehdê xwe li jina xwe dike jin radibe bi ser da wê herdu rûyê xwe reş dike li welatan, li beledan ji mêra xwe re parsê dike mêrê xwe bi xwe’r dike li ber gundiyan, li ber cîranan ma ew jî mêr a hin jê hena, bi jinê xwe ra li nav xelqê çi qure na divê keçê tu bigera, tiştek nema divê keçê tu bixebita, tiştek nema heqê wî ye ew ê neçe naka mêra ew jî mêr a, ma efiya jê ra ma ew jî mêr a

Bêjebêje © 2015-2024