a photo of Miradê Kinê

Miradê Kinê

Firman a

Firman a firman a firman a firman a Firman a firman a firman a firman a Xalo emê çi bikin şer giran a Firman a firman a firman a firman a Keko li me firman a Ne bi zirtê odê kurê camêran a Ne bi hovê kirikên simbêlan ba bide Li nav qîz û bûk û jinebî û van pîrekan a Ne ko mirov berê xwe bidê şerê giran a Destê xwe bavêje van demançan û van alamaniyan a Bila kesekî zirtê xwe nedê Û nebê emê berê xwe bidin şer û qewxê giran a Û bira li ser Mala Eliyê Ûnis Qewmê çiyan a axao.. Firman a.. Xalo li me firman a. Bira bila kesekê zirtê xwe nedê Li ser Mala Eliyê Ûnis wa Qewmê Çiyan a Û lê belê sond xwarina bi şêx Evdilqadirê Gêlanî Maz û Evdiyê nava Nisêbînê Û bi perda wî Weysel Qiranî Sond xwarine wî sî salê Siltan şêxmûs Bi wê qûbe û perda wan a Û jin û namûs û pîrekên xwe Bi sê telaqan berdana Go emê serê xwe nakin şewqana Emê destê xwe nakin kelemçana Emê berê xwe nadin tu hepisxanê giran a Bira emê tu cara destê xwe nakin Destê van bêbavên tirkan a Bira bila heçiyê ew in ew qisasê serê Me bixwe na Bira bîra we nayê wextê ko şêx Seîd Li devê Ûlû Camiya Diyarbekirê xeniqandin Û stûyê wî avêtina şerîtê Bûkên serbizêrî Bi serê mala xwe ve dageriyana Bila hûnê wê rojê li bîra xwe bînin Van eskerên Sêrtê, Bedlîsê, Wanê, Tetwanê Xelatê, Erdîşê, Mûradiyan Û Qersê, Qaxizmanê, Bazîdê û Erzeromê Li ber Pira Malabadê li kenarê avê dîsanê Van e li hev civiyana Û lê belê hûnê li bejn û bala Pîs neferan herçî ew in Ewê ji me kurdan a Hûnê derba lê bidin li bejn û bala Van çawîşan, astêmena, ustêmena Û van têmena, yûzbaşî û bînbaşî Yarbay û albay û van buyuk qumandana Wele bira ezê dênê xwe didimê Li ber Pira Malabadê, li kenarê avê Li ber Gorê Qeremûsê Û li ser serê Mala Eliyê Ûnis Çi ecêb û çi qiyamet û çi tofan a Waye mewzî û tapiyê xwe kolan a Û simbêlê reşê boyaxkirî Avêtine van Meqerifê tivingan a Bi elba fişek vala kirina ser gohkê van ebana Wele bira dênê we li wa bê Û bila Xwedê şeş kula lê bidê Li mala çawîşên Farqînê Tu nebê dûrebîn li ber çavê wî ya Û dimêzênê li ber Pira Malabadê Li Newala Qeremûsê Çi ecêb û tofan a Lêlî belê ewê çûye ser telefonê Ciwabê didê Yedincî Qolordiya Diyarbekir Û ji wê dê ciwab kete xopana bajarê Enqere Ew dibê: ‘Elo!’ Ew dibê: ‘Efendim!’ Ciwab dane wê miclîsa giran a Wa axao firman a finman a.. Wele firman a...li me firman a Wele bira wextê ciwab kete Xopana bajarê Enqerê Wê miclisa giran a Û lêlî belê carekî rabû bû çîreçîrê deriyan Çingeçingê kursiyan û masa na Û buya çîreçîrê van qeleman a Û navê Mala Eliyê Ûnis Deranîn ji van kuçik defteriyan Navê wan avêtin dewra siltanan Wele navê Mala Eliyê Ûnis Carekî avêtina qezetana Bû çîngeçing û zirezira telefonê wan a Bila wê rojê şêst û heft welayetê Tirkiyê xeber dana Wa pê hesiyan a Bila carekî mifte lê dane Devê wan depoyan e Bi sindoqan bi elban fişek vala kirina Van mîratê cemsan a Wele bila dênê we li wan bê Heçî sûbay bûn ewê siwar bûn Li van texsî û li van cîb û li van fordan a Û heçî êdî sefer bûn li van ekmek çentesiyê Xwe dagirtin ji baliqan û ji van sabûnan a Wele heçî yedek sûbay bûn Û nûka hatibûna eskeriyê Nizanibûn berê xwe bidin şer û qewxê giran a Nizanibûn çi ecêb û qiyamet û tofan a Wele ewê siwar bûna li cemsan a Mendîl û desmalên xwe Ji berîka xwe dertanîn Û li siwarbûna li çemsan a Ban kirine pîrekên xwe Got: ‘Heqinî helal edin!’ Emê berê xwe bidine şerê Mala Eliyê Ûnis Qewmê Çiya na axao.. Wele firman a firman a firman a.. Li me firman a Eme çi bikin şerê Mala Eliyê Ûnis Û hikûmatê Wezê dênê xwe didimê Pir giran a axao.. Firman a... Li me firman a Wele bira wezê dênê xwe didimê Li ber Pira Malabadê Li Newala Qeremûsê Li min xweş tê dengê van mîratên Otomotîk makîneliyan a Wele lêlî belê Mala Eliyê Ûnis Çawa bi elban fişek vala kirine Ser gohên van eba na Û sond xwarina bi Weysel Qeranî Bi wî Siltan şêxmûsî Bi wê perda wan a Û destê wan ji zarok û çolix û kifletên Wan qetiyan a Go emê serê xwe nakin şewqan a Emê berê xwe nadin hepisxan e Û emê destê xwe nakin darê kelemçan e Wele namûs û pîrekên xwe Bi sê telaqan ji xwe berdan a Lêlî belê simbêlên reşê boyaxkirî Avêtine van Miqerifê tivingan a Lêlî belê Mala Eliyê Ûnis Dênê xwe danê fişek û Mermiyên wan neman a Û zanibûn ko barê hikûmetê Barê risês a zehf giran a Û lêlî belê van bêbavên tirkan Dênê xwe danê ko Dengê tivingê wan nayê Fişekên wan neman a Lêlî belê carekî wan singo Avêtin devê van sîlehan û tivingan a Û hicûm berdana ser kozik û çeperên Mala Eliyê Ûnis Û heyf û mixabin wê rojê Bîst û pênc mêrê me kurdan Dane nav lingan e axao.. Wele firman a...Li me firman a Wezê çi bikim şerê Mala Eliyê Ûnis Li ber Pira Malabadê Li Newala Qeremûsê Kenarê avê Û emê çi bikin hemî emr û îrada Xwedan e axao..

Bêjebêje © 2015-2024