Miradê Kinê
Lê be
By: diyarovsky 950 BB · Top Contributor
heylêêê... wezê bêjim weylê lawiko lê be , bila sad carê lê be.
delalê dilê min'o bila lê be , sad carê lê be.
û haçê li dinyayê xortekî baş be, nîsanê kêf û aşka wî ya bi şevê bikimê be.
bila doşêka nebe , cihê wî ye ser merşê be.
bila xwarinê wî ew garisê , korikê , gilgilê li çolê be.
bila lihêfa wî Ezmanê bilind be, û balgivê wî serê wî ew kevirê hişkê ser dewê rê be.
de le lî belê...wextê tişta kû kêmayîyê wî ma, wextê kû hacîya berê xwe da ser girê arefê,
wezê hîngê wezê lê be destê xwe bidi me ber vaye , wezê bêjim "ya ilahî rabbî haft xwezîka min e te de." dilooo... heylo....
malûma dengê te hilo derê be (?)
yekî gundîya me hebû, digonê "kelî hezarê". ew firar bû askerî nekîrbû feqîr, askerî nekîr bû. û rabû cindirma girt û wi de ez girtibûm cizdanê min min re bû min dive eskerî yê hevalê min bavûşkî. îdî li wir dêre da ewa, ew ewqa rixet dikim û şeyxmûs li wir derê de xoyî dibe. Ew çawa yê yaw! (berdewamê wî de piştê de dengêkî wilo tê "Wellê Zor")
Ahh! lêêê... haçî'û kêf û sohbeta wî ya şevê bi qîmê be... na! ne qîmê be, û de bila bajarê cizira botan heta sirgiçîya stanbolê hemû milk û arazîyê wî malê be. û de bila hazar milyonê wî hebe li bankê be. û sad dikkanê wî hebe li fuara Îzmîrê be , û bila bist ton gemîkê genîmê wî hebe korê malê be û de bila kêmayî ye wî nebe. û her tiştê wî berîkê malê dîsanê ser dewê rê be. û wextê kû ketê dengê mexrêbe heta fec'ra sibeh çêkir'ne misû çêkir'ne wî bê qîmê be. û baskî wî dilê wî sad bar gûhê sayê pîrê lê be dilooo lo lo....