a photo of Miradê Kinê

Miradê Kinê

Mala Eliyê Ûnis

Ferman e ferman e ferman e Fermana serê şêxan û melan e Darê Îstiqlalê li Diyarbekirê bi cî dane Emrê vê fermanê li jorê bi destê Xweda ye Li xwarê li gorî qanûnê tirka ye Tu li çar terefê dinyayê bigerî şer e Di Çiyayê Sasonê de Qetl e qitûl e êxir dewr e Axirêzeman e Tim û biharan û payîzan Fermana li serê me kurdan e Bavê Mihyedîn bi sê denga Li birrek peyayê Mala şeref dikir gazî Li Mistê li Ûnis li şêxo li Derwêş Ronîka çavê min Evdirehman e Bavêminbûno Hûn ê li Hezo û Melefa nexin Miletê Hezo û Melefa reiya ne Em ê îro Hezo û Melefan Ji xwe re bikin xestexane Xwe li ser Pira Serendê Xwe li ser pêşiya tabûra Zekî Begê Xwe bigihînin jê bikin Serê zabîtan û qûmandaran e Em ê hê bikin rayîna Mihyedîn û Rindîxan e Ferman e bavo ferman e Li çar terefê dinyayê bigerî şer e Li Çiyayê Sasonê qetl e qitûl e Axir dewr e êxirê zeman e Tim û biharan û payîzan Fermana li serê me kurdan e Babê Mihyedîn bi sê denga Li birrek peyayê Mala şeref dikir gazî Li Mistê li Ûnis li şêxo li Derwêş Ronîka çavê min dîsa Evdirehman e Bavêminbûno li nefera nexin Heçî nefer in emirqûl in Çavê dê û bavê wan e li riya wan e Hûn ê çavê xwe bigerînin Li şewqemezinan li terfîliya Ayildizî li ser milê wan e Xweyê miaşê giran e Çavê wan li aferiman e Em ê îro hilînin heyfa Feqîr û meqîrên Omeriyan e Ferman e bavo ferman e Îro li darika Hezo û Melefa Xweş tê girrînî teyaran xirênî cîban e Di pozê Kopeko de xweş tê şîqînî bimban e Di şikeftên Karmelîhê de Xweş tê hermênî topan e Di singê gelî de xweş tê Qîjînî çapliyên me kurdan e Pirkênî kurê bavan e Xwîn hiltîne leşan e Tim û biharan û payîzan Fermana li serê me kurdan e

Bêjebêje © 2015-2024