Miradê Kinê
Medoka melê û ehmedê henna
By: diyarovsky 950 BB · Top Contributor
Pir mazin a,,, Pir mazinaaa eyy...
yadê wezê dênê xwe didimê qesra ehmedê hena lo pir mazin a, minê dênê xwe dayê govendekê li hewşa me geriyaya, û govenda qîz û lo mêr û jina ya êy...
wellê ew xortê serê govendê, perê dîlanê, ew ezîzê lo dilê min a loy loy loy...
derê way ehmedoo loyyy loyy loyyyy...
de wa şêrînooo looyyy loyyy loyyyyy...
ax lê lî belê minê dênê xwe dayê her sê maliyê loo ji mala wêda eey....
lê lî belêê welê mi di wa sazbenda li dahol û zirnê û li kemaçê da û
mi dî wa qîz û reqs dizanê pa ne wa esmera û xorta govend gîrêda...
û midî medoka melê rabû xeml û xêliya bîst û bajarê bêrûdê şam û helebê eey, li wê bejn û bala zirav pêça lo li bejna xwe girêda
wela rabû jî pêş gundiyan û cîrana vê çûwê kete nav sê dê oyyy ehmedê henne rabû pêş neyar û dijmana vê çûwê kete lo milê wê da lo lo lolo dere way... ehmedoo loo looo...
û Medokê dibê , lê lê sedokê hera lê lê sed car ti hera
û wa yê dawet gerîya govend ketiyê guhê gund, milê bêndera yêê..
minê soz be, qirar be, wezê wa simbêlê ehmedê hennayê wezê rabim bikim neqebêna wa sîng û bera
ehmedo lo lo lolo dere wa şêrîno ooo loy loy loy, dere wa ezîzo loy loy loy, dere way ehmedê mino loy loyy loy...
wela carekê medokê ba kirî de go, sedo nabe, lê sed car nabe... lê lê porkurê, belê tu zanîbî ti cara bi ê weke te qayil nabe, wezê rabim bigerim li welat û şaristana nav her heft welatê ecnebî, me yeka weka te medokê ji ehmedê mi ra peyde nabe şêrînoo loyy loyy loyy loyy.. dere raba ezîzê dilê mino ehmedo loyloyloyloy, dere raba tayê bi tenê loyloyloy, de raba şîrîno delalê dilê min ehmedo loy loy hêêê...
weleh medokê ba kir sedokê go, lê lê gidyanê welê nabe, nabe, nabe, daîm tuwê dibêjê ti cara ehmedê yê weka te lê lê qayîl nabe, yeka weka min çavreşê dembigulê bejnziravê li welat û şaristana ti cara lo peyda nabe, wela mi soz dayê ezê wî ehmedê henna kilê çavê min rebenê, wele wa sing bere mi şa nabe, loy loy loy loy dere wa şêrîno loy loy loy, de raba ezîz û delalê dilê mino lo loy loy ehmedo loy loy ax ho...