Miradê Kinê
Nura hamo
By: diyarovsky 950 BB · Top Contributor
der e Nûrêêê,, Nûrêêêê Nûrêêêê.... lê lî belê weyla xwînşîrîn e tezma mehmûr e, bi herkes û dinya alem e û acî û tehl e li ber dilê min makbûl e, lê lî belê min e dehnê xwe da yê Nûra Hamo di cêrr e sersikê li sermilê wê na wellê danî li devê kanî yê çûya darî dora wê tenûrê nûrêêêê.. lê lî belê wellê rabbê alem e paşakî adilî serheqî yê gelekî rahm û kerema wî gelêk a û wellê wê gûnê me gûnekar a belkî gûnê min û nûra yê ax bi min bihûr e, Nûrêêê deee Nûrêêê de nûrêêêêêê.... xwînşîrîn e nûrêêê...
Wellê min e Nûra xwe dîtibû li oda jor e deda gid a, lê lî belê wellê fistanê meles e tênik e naylon e şeyfûn e ingilîzî lê lî belê berdayê ser ber lingê nû basme da yê wezê bêjim wezê li bextê dîn û diyanêt a bavê te ma rojê du car û se car a wellê beka tu yê nayê be tara me da yê,,, Nûrêêê Nûrêêêê Nûûrêêêêê Nûrêêê... bisk û serbisk e Nûra Hamo weka telê keseb û naylonê haftbar e (tiq tiq tiq) wê tambûrê... Rabbê Alem e gelêkî paşakî mezinî serheqî yê belkî gûnê me gûnekar a de gûnê min a tev bi min bûhûrê nûrêêêêêê...