Skip to main content
a photo of Miradê Kinê

Miradê Kinê

Perîxan xanim û cahferê colanî

By: diyarovsky 81 BB · Contributor

Lawo... Lawo... Lawo, Lawo, Lawooo... Lawoo... Law Lawoo... Lawoo... Lawooo.. de lawo lawo, nav şîrîno lawo... Lawoo... Perîxan Xanimê dibejê "Yadê min dît mala delalê dilêm gund bar kirin, de min dît li wê mîratê avê sê kayiq û sê gemîya derbas kirin. Xwedî ji xêra mala Xwedê ra paşakî weka Fevzî Çakmak paşayê û buyuq Ataturk memlaketê mala bavê min de hatîbana, gotibana wayê çep'lê paşayê me sê girtin qeyd û marbat û ne lela kirin. Çeplê Perîxan Xanimê girtin wayê de hafê mala dayê û wayê di Cahferê Colanî ra mirîna'ooo... Caferê, dibêjê lê lê "Perîxan Xanimê wez im Caferê Colanî'ma yê, û lê lî belê wezê ti malê minî zaf î, zor î, giranî mîna yî.. Pişta minî heyî, wezê xoyîyê katekî wa konê katayê paratî ma yê, wezê xoyîya cota kevelekê sor e, çar tarî ma yê, wezê bî to û newol bi panjî ma yê, lê lî Perîxan Xanimê. lê lî bide, Xatirê Xwedê bela xwe ji min veka'ê, de rebena keçê maqûl û axalera nînê lê lê lê... de lî lê lêllêêê... welêê... de lêê... Perîxan Xatûnê lê lê... û Delalêêê dilê min'o wextê dilî ne bi dil be, û delalê dilê min'o wextê dilê ne bi dil be, û de bilê nîvê milkê nebî silêman hemî milkê mi' û bî malê be, û bila sed dikkanê miho fêdê li Stanbolê, li Ankara, Fuara Izmîrê be, bila haft - haşt mîlyonê te hebe li bankê be, û wextê kû ketê danga muxribê haya fecarê sibehê, û wextê kû dilê ne bi dil be, baskê wî dilî wa yê, û de haft bar gûyê sayê çûkê lê be la'o... Lawo, delalê dilê min'o wextê kû dilê bê dil be, û bila kurikê pars û gerhê lê min be, xwarina min û te ew garisê korikê bi gilgil be, û lihêfa min li ezmanê bilind be, balgîvê min e serê min kevir be, û bila cihê min serê çîyakî weka zîwera çîya sît e be, û heta fecera sibehê destê me stûyê hev de be, û bila berê me yê bayê kûr be lo... lawooo... lawoo.. lawoo... lawoo... de raba delalê dilê min'o nav şîrîno cafero

Bêjebêje © 2015-2026