Miradê Kinê
Qasimê meyro
By: diyarovsky 950 BB · Top Contributor
Dere menal menala menala menala menala menala Qasimê min î Meyro, dên û bala xwe didimê b' sê gulê modeliyê vê sibekê birîndar a Qasimê min î Meyro ji va birînê xwe yî giran oda li mêvana çiqa dike nalenala Wezê rabim herme bajarê Tirkiyayê dîsanê ser va doktoran û hekîman, hekimdara
Wezê bêjim birînê Qasimê min î Meyro va birînê kûr li xedar a Ax li minê ê li minê û li minê û li minê way li minê way li minė, li minê, ax li minê li minê li minê Qasimo menala Ax li minê û lê li minê lê li minê Qasimê min î Meyro birîndar a, oy oy
Dere li minê li halê mi rebenê dîsanê lê wa li mi goyînê Wela bêrînê Qasimê xwe yî Meyro bênim hinek ji vî çilowê vê havînê
Wezê rabim ji Qasimê xwe yî Meyro re bigerim li dora dinyayê, va doktoran û hekîman l'ev bicivînim Wezê ji Qasimê xwe yî Meyro re çêkim
kolekî ji wî çilowê şîne Wela tava havînê xedar a, de qena dîsanê de nedê devê va birîna
Li minê lê li minê û li min û li minê û li minê û li minê û Qasimo
menale oy oy ax Ax li minê, li minê hê Oasimê min î Meyro birîndarê modoliye ye, lê çawa ji va birîna çawa dinalîne lo hê