Miradê Kinê
Siwaro
By: diyarovsky 950 BB · Top Contributor
Siwaro... Heznayê Dibê lê lê xukê hemrayê midî şera şer bi dor kir, mi dî va malmîratê kemaliya dîsanê bavo li çapilîya zor kir. minê dêhnê xwe dida yê va betl û pehlêwana simbelê reş î qiytanî na li gola xwîna de sor kir. bila wê rojê kesekê zirt û pesna ji xwe wê nede, zêdeyê hecî Mihemedê, Îsa Axayê Bolindê roja ku dirûnê devê Qahwê Ocaxê Bajarê Dîyarbekîr, wê Kêleka xwe dide Kêleka Emîna Perîxanê Gulîsor, wê şevê dîtir e min e koka mala bavê quto ji darê binî da kor kir Siwarooo... hêêêêêêêêê...
Siwaro yêêê... Hezna dibê lê lê Hemra xukê xuha min e, şevê dîtirê minê xewnek dîya yê... û mi dî serê wa boq û beran û betl û pehlêwanê di qazanê mala bavê min de kelîya yê... û minê xwe berdabû xopana bajarê farqîn e, na wellê batmanê dîsanê devê dikanê terzîya yê. û minê rabû ji hemîdê zava rê çêkirbû destêk cilê wa axa û efendîya yê...
û Wezê çûmê xopana stewrê cem mala şêrin şehabo, Li Mihemed Elîyê Kinik bavê xezebê pê ra ba'kirî bû fişekê çapilîyayê, Wezê ji wêdê çûma stewr e, mala Emînê Hecî Evdila yê... minê jê re anîbû ew fişekê gozgirîyê Alamanîya yê.. û de lêlî belê heçî Mihemed Elîyê Kinik e bavê Xezeb e mêrê bi sediya yê... Û de ew e kerpîçê dêrê Ermenîyayê, û weke zêrekî çawa migo zêrekî Reşadîya yê, û Li devê ûlî Camîyê Diyarbekîr e bavêjê li nava koma mecidîya Siwaro.... hêêêêêêêê.....
Siwaroooo... de lêlî belê hemrayê dibê lê lê xwa min e dîsanê dilê min rebena Xwedê bi xemîn a yê, û wa ya bi sê siwara binya Kevanê Qêra, binya Zercela şewitî tên û Dilêzîna yê... û Ew siwara serê siwara feclê wa sor in çekê wan şîn in, ew cindirma û romîna yê... û de lelî belê ewê dîtirê Hemîdê Zava ya yê, û yê dîtirê Mihemed Elîyê Kinik e, bavê Xezebê, Gurê dev bi xwîna yê, û rojê halo rojê wî na yê, û bîst û çar mêr bi devê vê tivingê kuştina zêdeyê tirsa Xwedê pê ve xofa benî adema ser qelbê wî tinîna yê..
û roja ewil wa yê li mala sino û Li Mala Quto î bi kîn a siwaro hêêêêêêêêê....
derê siwaro siwaroooo siwaroooo siwaroooo siwaroooo siwarooo... de raba afadê mala bavê mino de karûbaro siwaro hêêêêêêêêê....