Miradê Kinê
Wextê malê min hebû, pt. 1
By: diyarovsky 950 BB · Top Contributor
"Birazî, weka dî Wextê malê min hebûn dinya alem tev hez ji min dikîr û herdem mala me bûn. herkes mehê zivistanê kasî gundî ciran a, Wextê kû malê min xilas bû, malûma fakîrî zor e, îdî pey hev çon mala wî, Xwîna wî wan tehl bû"
Waxtê Malê min hebû
Waxtê Malê min hebû
gelê gundî û ciran a
herkes li mala me bûn
te de dinya emê bûn
her sê mehê zivistanê
ew gelî li mala me bûn
çavê wan sîgara bûn
weka dahlê qahwa bûn...
rojekî min dîtîya
felek li min gêrîya
rojekî min dîtîya
felek li min gêrîya
her sê mehê zivistanê
laşê min pir diêşîya
ne xweş bûm nava cîha
laşê min pir diêşîya
dilê min pir dihalîya
ew brayê zivistanê
kes ba min ne ketîya
xeynî çar a gundîya lo
ew jî sofî û hacîya
lo dilo brîndar î lo dilo brîndar î
tu kezebê dinalî
kesek xoyîyê min tinne
ax lê xwedê Wez ne'arîm