Skip to main content
a photo of Miradê Kinê

Miradê Kinê

Xanê bedlisî û osê zerî

By: diyarovsky 81 BB · Contributor

Ezbenî dibê mesela wê çi bû, dibê Mihamed Axa hebû, koçer bû. Axayê koçera bû zozanê şerefdînê sekînî bû. Mihemed Axa jî gelekî zengîn bû xwedê malê dinyayê bi serda rijand bû ji dawara ji sewêl û ji meha. dibê qederê deh duwazdeh hazar meşînê wî hebû zengîn bû axir. Ji xeyne reviyê hêstira û qantira û erdeka. Gelekî zengîn bû. dibê saleke wilo bi ser wa da hat dexil çênebû û zat çênebû û geya çênebû, baran nahat çunkî. dibê rabû ser xwa, dengê xwa li kurê xwa kir. Heft kurê wî hena, dibê dengê xwa li wa kir. dibê kurê min, go ha, go vê sala hanakê ava geya çênebû û ûrin çênebû. Xwedê Taala baran neda. Em jî gunhê vî sawal û haywanê ha reşbûn û rebuarî û karwanî nema karê ji laşê haywanê ma di va riya da bimeşe, hingî dimire ji nêza. Êdî kurê min rabna ser xwa, em ê konê xwa hilkin, avêjina ser pişta qantir û hêstirê xwa, bi welat û memleketa kevin û pênc deqîqa ev sewalê li derekî mişexûl bibe û biqewite ji me ra bi gelekiye kurê min. Go yabo asil tu yî. Birakî wî jî heya dibêjin Ahmet Axa. Ahmet Axa jî gelekî ixtiyara, ji Mihamed Axa mestira û nexweşa û ketiye ber haletê mirinê. Kurekî wî jî haya dibejinê Osê, nave wî Osman a. Go bi xwedêkî bakina kurê min, haya go vêga zimanê min digerê, gaveke dî go zimanê min negerê. Ez qewetîna li kurê xwe bikim. dibê Osê jî di nav havalê xwa da ya, zaroka da ya. Bakirnê, go Osê, go ha, go bavê ta dibakê ta. Amrê Osê jî ketiya duwazdeh sêzdeh sala da. dibê rabû çû li ber serê bavê xwa sekînî go ha baba derde te çi ye. Go kurê min, go ha, go qewetiyê mi ev in; dinyayê da malûma kesî terka diya xwa neda ya, emanetê diya xwa hay jê heba û emanetê mehîna te, mehîna zerî. Kurê min te ne dîtiya lê wê haywanê gelek şer û qawga û wê şerê giran dîtina û emanetê şûrê xwe jî, aslê wî ji berqê ya. Ti terka wa harsêka nede çî diqewimê bila biqewime kurê min, go baş a. Saatek dido ketne wê navê heke bê çi wext ser de çû serê hazira xweş, dibê Ahmet Axa wefat kir, çû. dibê rabû carekî kurê Mihamed Axa go yabo, go ha, go ma em ne bejine Osê bila ew jî bi me re newê. Go kurê min asil win in bane bila werê ma wê bi kû va çê. Rabû ser xwa, wî jî konê xwa avêta ser pişta qantirê û hêstirê xwa filanê xwa rahişta hafsarê mehîna zerî û diya xwa lê siwarkir û bi carekî berê xwa dana walat û memleketa. 2.40 (ribab) 2.57 Axaooooo êêêêêêê êêêêê êêêêêê êêêêê û gelê bra li halê min û li wê xemînê û carekî Mihamed Axayê Koçer rabûya ser xwa dîsa konê reş î arabî hilkirya, avêtiya ser pişta devih û delûliya. Û berê xwa daya ji zozanê şerefdînê û halê mîn î dîsanê li vê xeberdanê êêê way êêêê... û carekî singê kona hilkirna, avêtina li ser pişta devih u delûlyana û dîsa li ser qantira êêêê… û berê xwa dana her çar tarafê dinyayê êêê wayêê êêêê wayêê êêêê wayêê… û kurê min si’ûda me çû va teceliya ve nayê êêêê wayêê êêêê… 4.00 (ribab) 4.06 Dibê ji zozanê Bîngolê avetina dora Muşê û hatina dora Erdîşê û Muradiya û Çaldiranê û li dora Sarûxanê gerehan li wa da kir û nekir çêrî peyda nebû û geya nîna. dibê hatina dora Wanê û Tatwanê aliyê Bedlîsê û hatin neqebîna Tatwanê Bedlîsê. Dibê serê neqebê wa derketin go ya xalik ji kudreta rebê alemê mêrgeke va ya qederê sê çar penc kîlometre awqa dirêja û feraha û haware xwedê bi siwarî miho newêre di nav vê mêrgê da hare û gul û nefel û andeko tavejê rikebê haspa. dibê carekî li haft kurê xwa vegera go kurê min, go ha, go were darî vê nixmet û lezzeta di vê mêrgê da ti dibine? Kurê wî mezîn go yabo, go ha, ê go mîlyonê xelkê malê xelkê mîlyarê xelkê jî hana ma go yê miho nebin ji çira? Go kurê min, go ha, go haka bavê we bim û aqlê min habe xwedê taala awqa rezîlî û ew anî sere ma û xwedê taala belkî hama ev aniya kire peşiya me da û xwedê taala li ma hate rahmê kî zanê. Go yabo, go ha, go axa nebî Suleyman be tu bosta xwa dênê bê xweyî lê nîna û asil tuyî jî yabo. dibê rabû ser xwa carekî go kurê min, go ha, go ev mêrg ya kê bê ya xwudkarê dînê îslamê be em ê konê xwa lê denin. Go yabo asil tu yî. dibê rabû konê xwa tênişta mêrgê da danîn û dengê xwa li şivana û gavana kir go kuro, go ha, go bi derbekî wî pezê hana neberdina vê mêrgê. Go naxwa çawa, go her carekî bikevina pêşiya ferş û talên da parçekî jê ra veqetênîn bila wî bixwê û hinakîdî bi wî miqamî. Le go bi derbeke ra hun pez berdnê da wê harimênê û lewitênê, go de baş a ya Mihamed Axa. Dengê xwa li Osê jî kirin go kuro, go ha, go Osê, go ha, go tu û diya xwa jî konê xwa ha bibine deraaaaaaaa hanekê pişta wê neqebê, lê belê siphê te û diya ta zahf in. Osê jî go bele ez xulam. Wî jî konkê xwa bir pişta wê neqebê danî, diya wî tê da rûnişt, axir, daîm havsarê mehîna zerî deste wî da ya û li deqê xweş û axir li dere xweş digerênê û daîm li ser mehîna xwa ya. Ezbenî ew mêrge haneke jî ya ke ya, wî çaxî Xanê Bedlîsî haya Bedlîsê da axa ya, padîşahe Bedlîsê ya. Yanî kare wî memleketî bi yekekî bavêjê binê bahrekî kes nikare bê ya Xanê Bedlîsî çima ha wa kiriya û gelekî şîdetliya û gelekî mesela emrê wî haya. Ev mêrga wî ya. Dengê xwa li şivan û gavana dike, dibê kuro, dibê ha, dibê care amanetê teyra jî wextê go li ser mêrga mi da firîn û çûn carê dengê xwa li wa kin lê heya ji ber perê wê, wa teyra bikeve û xwahr bibe. Êdî hengî dilê wî da şêrîna daaaaaîm di dilê wî da azîza ew mêrg. Dibê şivan û gavanê Bedlîsê derketin. dibê sibehî dehnê xwa danê ya xalik terş û talanek va di vê mêrgê da ya, ne serî ya ne binî ya. dibê wî şîvanî bakira gavên, gavên bakirya wî kahrvênê dî, wî bakire wî yê dî. Go kuro, go ha, go vêga bi emre Xanê Bedlîsî ev terş û talanê hanakê ketye wê mêrgê de? Go welleh em nizanin. Di vê acêbê da de wellah bîllah di jina xweyê mêrgê ga. Dibê bû êvar, şivan û gavan axir xwe berdana Bedlîsê, terş û talan kete Bedlîsê da. Êvarî civata Xanê Bedlîsî ji fêr û subaban, agît û sawarê wî digere, bulabula nargîla wa ya, babaagîda sing û pala xwa daya hav û axir wilo. dibê şîvanekî ji wa, dibê hama carekî da nîve wê cîvate û çû li ber texterewana Xanê Bedlîsê sekini. Go ya Xanê Bedlîsî, go ha, go bi emrê te û bi xebera te ev terş û talan ketye mêrga çixorê yan bê emrê te. Go carekî pişta Xanê Bedlîsî terqa terqên jê hat. Go çi ya kuro xêra çi bûya? Go bi serê Xanê Bedlîsê bi texeterewana te kim terş û talanek ketya mêrga çixorê, go ti vêga rabê bi pezê gera mîra, banê bavêşt, hacî reşa, musa reşa, kevrê kundo, hacî bangê, zozanê serhadê, finip û finika zebaniya, zebariya, zendeguliya ti tevlî havdu bike nîvê nîv xirameta wî terş û talanê go ketî mêrga çixorê da nabe. Go na looo! Go dibê terqên ji pişta Xanê Bedlîsî hat û nizanîbû yê wê şevê çawa têr xew û wê çawa razê û wê çawa xeberdan jê çênabe. Go eceba kî terş û talana ku ketye mêrga min, mêrga çixorê. Te dî he jî dibê ma filan der bu mêrga çixorê qey. Yanî evqa mêşûra. dibê wê şevê xawa wî nahat, avêta aqila go çawa başa, go ev başa, go kuro, go ha, go sibehî deh siwar rabin serxwa herne mêrga çixorê. Haka ew pez û terş û talanê hanakê yê hakumatê be û bi emrê hakumatê hatibe têda danî be wî çaxî em jî dîlekçene xwa din, em jî helbet em ê kaxatna xwa çekin, em jî helbet em ê arzuhalna xwa nivîsênin, em ji çarekî ji xwa kin. Û haka yê weke Avdal Begê serokê molaca ya gilanê şewrexî be û bi daye şûr û rima xwa gotibe, ez ê bi zorê di vê mêrge da dênim û riya xwa li wa nebînîn werne malê, bê ka em jî bêjin em ê çawakin. Û haka yekî wilo kalovirtakî koçara û malgenî û zengîn be û hatibe bikaçaxî tê da danî be hûn karibin wa li bin zikê qantira û hêstira va girêdin, wa bênine vê derê îca ew îşê mina êdî. Go belê ez xulam. 9.31 Go kî yê çê? Go deh siwarî wî xwa karkirin, go ez ê çim, ê dî go ez ê çim .… Go tamam, deh hab bes in. Deh siwarê wî xwa karkir, (ribab) hat devê gelyê Bedlîsê da. dibê avêtna binê mêrga çixorê, dibê mêrgê va derketin go dimeyizênin go va penc şeş konê hêla mêrgê da danîna û terş u talan haqatan ew ê ketî vê mêrga ha da ne serî ne biniya û dimeyizênê ji qantira ji hêstira ji werdeka û terş û talan ji halika rê nîna di mêrgê da. Çûne binê konê mazin meyîzand go sofîkî li ber devê kona û du sê cehil li wê dê na. Selamaleykum aleykumselam keremkin ya mehvanê azîz. Kulav milav ji wa ra danîn, xwarin anîn ji wa ra. Xwarina xwa xwarin, go ezbenî pirsa ayb tê da nîna hûn kî na? Ê go bra wellah ez Mihamed Axayê koçer im û xulamê we bin haft kurkê min hana. Ev sîsê na êdî jî li nav pez in û em jî li zozanê Bîngolê bûn û ma kir û nekir çêrî û ew tişt ji haywanê ma ra peyda nebû em jî hatin li dinyayê em gerehan. Em hatin liqayî vê mêrga ha bûn. Me jî me go hayra qey hama em ê tê da dênin hama ya kê bê em ê di vê mêrgê da denin. Ha tu dibîne me jî li vê dê daniya ma peze xwa berdaye vê mêrga hanê. Go wilo, go a. dibê carekî wa jî bidizî ji hevra got go we hevdu fêhmkir bila pişta kort bû. Kuro, go ha, go haka ev bin em karina va. Hama em ê va bi bin zikê hêstira va kin em ê wa bin. Ka meyzênin Xanê Bedlîsî çitkê ji wa bi dilê xwa ya, go ya Allah ya xwedê! dibê carekî axir ew ê li wêdêna dibê hama her yekî sisiya û carekî bi Mihamed Axa girt û sisiya bi her sê çar kurika girt carekê destê xwa avetna şelîtê kon û ji hişk li wê dê girêdan û jê qeran. Girêdan meyzan kesî xûya nekir û carekî ew û haft kurê Mihamed Axa ew jî axir girtin û bin zikê qantira va girêdan û yallah bi devê gelyê Bedlîsê da serjêr kirin. Û Osê jî wê li wî alî ye mehîna wî destê wî da ya û dibê carekî ew jî wê li wê derê ya, deqê xwe ji mehîna xwa digerênê. Dît go hatin amê wî ew girêdan bin zikê qantira va girêdan û devê gelyê Bedlîsê deylewarkir. dibê Osê jî carekî rabû ser xwa şurê xwa xista ber doxîna xwa da û mehîna xwa siwarbû û dirêkuskê avêta pêşya xwa da. 12.12 (ribab) 12.42 Ax wey lêêêêêêêê êêêêêê êêêêêêêê… Dêhnê xwa didime gelyê Bedlîsê, mi go dêhnê xwa didime bîrînciya êêêêêê… Û hûnê dêhnê xwa bidina Osê Zeriya û lêlî belê va siwarê hanakê kiribû qîr û gaziya go ya gelî siwara hûn ê bidine xatirê wî xalikê bi tenê rebê alemê îlahiya haçî apê mi Mihamed Axayê Koçera aw bû mala mêvana û vaya awa axayê koçera zozanê Bîngolê hatiya û vaya hatiya wê di koz u mêrga wa da daniya lêlî belê apê min zilamekî xûniya mi divê hûn ê apê min berdin wilooooo hay looooo ax hey loooo wey looo hey looo oooo oooo Osman Axayê wêêêêêêy wala bê ka haqê koza wa çiya ser çavê min û bavê mina em ê bidine wa bi timamî ay aaaax hay loooo oooo wey loooo oooo ooooo 14.33 (ribab) 14.38 Dibê wextê go wilo got dibê wa siwara go kuro, go ha, go ev di kû da mabû me nedît? Go wellah nizanim. Dimeyzênîn yekî weke susikkî wê li ser pişta dewarekî ya wê li pey wa ya. dibê carekî go kuro, go ha, go vêga em pevre harinê wê bazdê êdî dido ji we di wêda ha da bizîvirin, dido ji paşva dido ji pêşva bê ka em wî zemt nakin, em wî na girin. Go bila. 15.02 (ribab) 15.24 Lêlî belê bra li halê min û li vê gotinê li vê xeberdanê da siwara carekî bavûnîsanê îş berdanê û carekî mi go ji bin wê ya ma carekî hawîrdorê Osê gehanê Osman Axa da nav ber qalibê vê fermanê wê çi bûya çi qewimiya hûn ê dêhne xwa bidine Osê Zeriya û pez berda awê zaroka sebriya wî şer û qewgê giran nedîtiya û haçî mehîna wî ya wê gelekî tomruk û şerê giran dîtiya hûn ê dêhnê xwa bidine Osê xweyî şûrê nerizê ra holê berqiya lêlî belê carekî ji wê va carekî vê va bo çi qewimiya û Osê carekê dikeve nava laş, şûr dênê serê wî û yê dî ya û carekî dike ku di vir de dibê virviriyê va seriya û lêlî belê haşt siwarê li wê dê timam kiriya qey bavê didûya nan dabû feqîrekî û bireva Xwedê Taala xwe ji nav lepê Osman Axa xilaskiriya hûûy de looooo oooo wey looooo ax wey loooo wey looo oooo Osman Axaya êêêê êêêê wala awa kinkê şara ya êêêê êêêê û lêlî belê awa mala mêra ya êêêê êêêê ez çibkim Osman zaro ya êêêê êêêê lê hê ne gahaye ay êêêê êêêê êêêêêê 17.22 (ribab) 17.33 Dibê carekî wilo didua jê ji xwa bazda haşt jê timamkirin. dibê xwa berda ber amê xwa dimeyîzênê raha amê wî bi zikê hêstê dawar diçe û tê. dibê go amo, go ho brazî ez bextê te û xwedê ma bê ma ka ti vî werîsê qirka min navekê lê vê şelîtê qirka min xwar. dibê axir rabû ser xwa şûr avêta werîs û şelîtê wa hamî qetandin go berê xwa dane mêrge, çûn. Go apo, go ha, go ma qey em bar nekin êdî? Ma haşt camêr ji wa jî me kuştin û me meranê xwa jî li ber hav danî û em barkin hadê zûka em bazdin. Go birazî, go ha, go birazî ma te nedî qey em li wêqa dinyayê gerehan em ji gunhê vî haywanê ha em reşbûn û ji gunhê vî heywanî cihê ma nema, cihê ma nîna. Ê brazî ma em ê çine kû de qey aw mêrga hanakê ya wa her deha bû, te haşt ê kuştin û mana dudo. Bawer bike ew her dido hayatê da nema nizekî mêrgê jî dibin. Êdî birazî ma em ê çine kû de qey, ê go asil tuyî apo. Aw har du siwarê hanê çûn. Xanê Bedlîsî dilê wî raht a, dibê malava aw siwarê min nahatin û ez nizanim ew kî bûn di vê mêrga mi da danîn. dibê carekê ew jî li ser banê qesrê ya banê qesra Xanê Bedlîsî di Bedlîsê da ya, wî li ser banê qesrê ya û dibê carekî bi dûrebênê meyîzand ku di siwar wan ê weka tîra go ji kevir da berdê têêên, nasekinin weke bayê. dibê carekê xwe berda binê qesrê peşiya wa, dibê carekî yê pêşî hat hat hat hat go hihh bi singa wî ket! Go kuro ka bisekina, ihh ihh go axa axa ma nayên? Go kuro ma çi nayên? Go kuro ma kesek nayê qey? Go kuro çi li te qewîmî çi ya helbet çi ya? dibê kûmekî dirêj li serê yekî ji wa bû kulmek li nav pencek li nav qahfê wî da kir go qarîşa doxîna wî qeta doxîna kûmê wî qeta ew kûm kete behvila wî da go ez tirkê xalê te di qûna te kiro halo ha. Ma çima ti hawkasî di raale? Kuro çi ya? Hihh hihh go axa! Kuro çi ya ka bêja derdê we? Go axa, go ha, go bi sere bavê ta weke go te gotî devê gelyê Bedlîsê da em çûna mêrga çixorê. Go em çûn go va haqaten tirşek û talenekî ketiya vê mêrga ha da, ne serî ne binî. Go êdî bi serê bavê te me dêhnê xwe dayê da go ev ne tirş û talanê hakûmatê ya go ne yekî go te go yekî weke Avdal Begê serokê Monacê ya yan gêla yê şewrexî ya û bi darê şûr û rima xwa hatiya li vê da danî ya. Em çûn go kalovirtekî koçera û sê çar pênc kurê wî na û malgenî zengîna tu nebê û li wê derê danîna. Me jî ji hev re go hayra ev bin em karibina wa, me jî weke go te di got me hamî li bin zikê qantira va girêdan em hatina filan dara devê gelyê Bedlîsê û axa tiştek lime miselet bû, hê jî em nizanin çi ya. Yekî weke suskî bû li ser pişta dawarekî bû me di go havalê meyî li ba me ya û me meyzand serî wî bi xwar ve ya paqê wî bi banî ve ya. Me digo em e tazana em e saxlamin. Me hingî mayizand ku şûr li pişta sitûyê ma diçû îdî axir nizanim weleh filankes axir filankes û filankes haşt ji ma kuştin. Qey bavê ma nan dabû feqîrekî bi xwedê reva xwedê me digo qey li dûv ma ya wella û me bi reva xwedê me bazdaya em hatina. Go wiloo? Go belê. Xanê Bedlîsî diwerimê û diqaharê dibê şiyanda qelûnêkî ji vayê weke sîtla mahzerê û tîrîkka weke lûla sobê xistiyê û her carekî haft haşt keluwa ji vê titina geliyê buwatê têxiyê û her carekî go mizeke go lê dide ti dibê va trên a. Hengî diqaharê û hengî dibaxace. Bazda ser banê qesrê û dengê xwa hilda: “Go hêêyyy ew zilamê go ji haft salî mestirbê û karibê rajê şûr û mertal, zanibê li dewar siwarbê go vêga li devê qesrê hazir nebê ez tirkê haspê xwa ez haw haw pêdikim. Pa ez wî mêrî dibinim û Xanê Bedlîsî di Bedlîsê da dengê xwa bike û hamî di xeberdana wî da bi pev û şûr û mertal û bi silehê xwe da newê devê qesrê nebê ya Xanê Bedlîsî em bin emrê ta.” 21.42 (ribab) 22.00 Lêlî belê ya xaliko carekî Xanê Bedlîsî rabû lo we çikiriyaaa û carekî kaxizê dan û mektûbê go wî nivîsiyaaa û go gelî xulama hûn ê rabin newskî li wa bilezîniiin hûn ê rabin vê kaxiza hanekî bibna Titwanê, Reşît Axa hûn ê ji mi ra bibîniiin hûn ê rabin disanê bavo Emîn Axayê Berwarî hûn ê ji mi ra bibîniiin hûn ê rabin dîsa Ûsif Axayê Motkayî lo pê bihesîniiin hûn ê rabin bavo dîsanê Agît Axa, axayê Ercîşê hûn ê ji mi ra bibîniiin. Lêlî belê hûn ê rabin dîsanê rabine ser xwa û wî lingî li ser lingê lo dî dayîniiin û hûn ê rabin bavo dîsa lê Simaîl Axayê Gencê pê bihêsîniiin hûn ê va kurê bavan pev û eşîr û aşîreta wa bi ser wir da dawerîniiin hûn ê ji naha hata sibihî derbê min û Mihamad Axayê Koçer bibînin hay loooooo ooooo hay loooo ooo wîî axx hayy looo oooooooo êêêê hey loooooo wey loooooooooo oooo oooo êêêê hay loooo oooo wey looooo lêêêêêê hûn ê rabin va kurê bavan va axa maqûlan hûn ê rabin wa pê bihêsînin hûnê ji naha hata sibihî derbê min û Mihamad Axaye Koçer li mêrga çixorê hûnê bibinin hey loooooo oooooo êêêê hey looooo ooooo ooooo êêêê 24.36 (ribab) 25.08 Ezbenî go carekî ev xulam û ew şiyandina pey va axa û maqûlan. 25.19 Lêlî belê bra dîsanê dêhnê xwe bidne vê siûdê lêê lêêêê vê wex wanêêê go ev axa maqûleya go digotin carekî biderbekî bi ser ra lo hatina xwarêêêê Lêlî belê ma ya qesra Xanê Bedlîsî bilinda gelekî bîrînciyaaaa û haçî tû maqûlê go tê da vê qesrê de bê ya Xanê Bedlîsî çi nahaqî loo li te bûyaaaa lelî belê ma ev çi hal û mesela Xanê Bedlîsî çi yaaaa lelî belê hawara lo sed hawaraaaa û ev axa maqûliyê hanekê li Bedlîsê carekî di çi hal a çi hawalaaaa go wella askerê Xanê Bedlîsî xopana Bedlîsiyê çêbû aaaa wala bi hesabê êêêê çardeh hazar suware êêêê êêêê wey loooo oooo wey loooo oooo ji xeynî yê go hatina ji mala serqoqo piştevalaaaa askerê wî çêbû bi hesabê êêêê bi çardeh hazara êêêê êêêê go wala askerê Xanê Bedlîsî çêbûye bi hasabê çardeh hazar siwara êêêê wele feqîrê Osê derî nizanê êêêê li mêrga çixorê êêêê li ser serê wî fermana êêêê wele nizanê êê çi bahsa êêê çi bazara êêêê û feqîrê Osê Zerî nizanê ew çi bahsa êêêê çi bazara êêêêê. 27.45 (ribab) 27.52 Ezbenî dibê rab carekî rabû ketye devê gelyê Bedlîsê ev ûmata hanê tevlî askerê Xanê Bedlîsî û va babaagît û maqûla hazirê kurê ciwan û dibê carekî bi şev dane rê hengî wextê ku di devê gelyê Bedlîsê da di mêrga çixorê ve derketin dibê bû berê sibehê. Dengê çûka mûka hat bi fecrê ve da. Dibê firên firfirkê da firên ji firfirka wî hat. Go zarono, go ha, go hûn ê bi ser kona mala da girin ne pez û ne heywan û ne kon û ne însan û tiştek bawerbike go kincek li ardê bimênê piştra qîma min ji we ra nayê, ez ê rayê pişta we qetênim! Go belê ya Xanê Bedlîsî. Ezbenî serî dibê vê ûmata giran go bi carekî li ser kona da girt û hawara xwedê bi carekî ketine nav wa da bi destîtevra û bi kopala û bi mêkûta û filana û lêdanek li wa kirin qaraqarê wa diçine bi ber arşê îlahî. Qorqorê wa û ‘ar’arê wa û zarzarê wa û pev û şivan û heywan û pez û filan û terş û xayan. dibê carekî dane pêşiya xwa ji zarzarê û ji filanê û dibê carekî û zarzara wa ya. Ti nebê diya Osê jî çawa rabûya fecrê vedaya rabûya go destlimêj bigrê go limêjkê, dimeyzênê go va ya ji zarzarê û ji warwarê û ji qarqarê wa. Û ew jî diçe li ser lehîfa Osê dibê hewara min e Xwedê û Şêx Evdelqadir Gêlanî go ev keçelê me nerabê ser xwa, ev gemr û gamar. Dîsa go rabe wê roja ha jî dîsa çûbû xwînek pêva bû qey bela xwa li camêrna dabû. Dîsa rabê wê bela xwa li camêrna dê û yê bê bela ji hinakara. Êdî hîvya min a Xwedê go hema vê sibê nerabê ser xwa. Go razê şiyar nebê. Dît go carekî pev û heywan û însan hamiya va di devê gelyê Bedlîsê va carekî helewanî Bedlîsê kirin. dibê Osê jî sibeha rabûya ser xwe kir ku bê iiii’ wilo rabê ser xwa dibê hama diya wî carekî çû li ser lehêfa wî go bisimla bisimla û bisimlaa bisimlarahmanarahîm. dibê Osê jî kir go rabê ser xwa dibê diya wî xwe bi ser ve da, diya wî xwe bi ser ve da go yadê yadê ev kî ya? Go kurê min raza ser xwa, raza raza hê şev e raza. Go yadê ka rabe ser xwe te ez baacandim. Go kuro raza tê çikê raza, xwedê ji me stando de raza hi. Dibê carekî di bin diya xwe de rabû ser xwa diya xwe, diya wî çelezotî bû da ardê dibê serê wî di quleka lehêfê da derket. Qula lehêfê da derket dibê diya wî bi lehêfê girt û sutûye xwe dayê da. Dibê kir ku lehêfa di serî da go çirrrrrrrrrrr bira sêrîîîî. Dibê awirek ji diya xwa veda. Go yadê, go ha, go çima te wilo li min kir? Ê go kurêm nîvê şevê ya. Go yadê, go ha, go yadê bahwer bika şevê dî min xewnek amê xwa wa dîtiya wellah billah hê jî dile min diraale û pişta min şikestî ye yadê. Lê ez dibêjim hema go ez Osê bim û aqilê min habê şevê dî yan amê min miriya yan jî kurin ji yê wî mirina. 30.50 (ribab) 30.57 Bakiryê go lê lê yadêêê êêêê êêêê êêêêê lê lê yadêêêê yadê dêhnê xwe bidiyê ew xewna şevê dîtirê mi ax lê xwediyayê êêêê yadê mi dî terqê ketibû azmana darekî reş û şîn bûya êêêê êêêê li wela yadê min ê dêhnê xwe dayê tavekî teyrokê her rifekî weka wekiyayê êêêê û wela yadê min ê dêhnê xwe dayê aw ava hanekî weke ava meznê nebicimîiyaaaa wela li konê mala apê min daya pey diketin zarok û kurapê min û zarok û sebriyaa êêêê wela yadê ezî li pey wa diketim bi çeng û sopa û bi qelasya êêêê êêêê min ê kirûzekî li milê apê xwa kir amê xwa terş û talê va zeftkirî vekirya êêêê haka aqlê ma habê yadê şevê di tirê halacekî mezin li mala apê min qewîmiya êêêêê 32.28 Dibê diya wî meyzand go xwedê taala ji mi stando tu dibê qey şêx a ba çika tişta zanê, wela wilo ya xewna te rast a kurê min. Go çilo yadê? Go wellah kutana nîîîîîvê qûna apê te da. Go çilo kutana qûna wî? Go wellah weke ti dibejê nîvê şevê va û belkî sed zilam habûn mi bi xwe nedîtin lê dengê wa dihat. Ji zarzarê û ji qarqarê û ji gurmgurme û harpaharpa wa û hangî li wa didan, wellah tiştek li wê dê nehiştin. Pev û zarok tirş û avan û ayan zarokê wî pevê wî û hamiya va di devê gelyê Bedlîsê va serjêr kirin û wela birin. Go bila bila bera bikutine nîîîîvê qûna wî da. Go çima yadê, go kurêm, go siûda ma ji amê ta habana ma em ê li vir bana. Go çima, go nej xwa, ne digo ha konê xwe bibine dera hanekê lê sipihê te û yê diya te zahfin. Êdî kurêm haqê wî aw a bila wilo lêbikin. Go wextê go wilo got di rayê merkemot pêşya çavê Osman Axa cenîn bane asasê wî cawhara nava wî hemî cawhara tê da. Dibê carekî hema şûrê xwe xista ber xwa û mehîna xwe ji binê kon deranî û cilka wê ser danî û awa wê lê jidand û çû ser kevîrekî go hirp xwe avêta ser pişta dawarê û awirek ji diya xwe veda. Go yadê ez deynakim lê hata ez ji wêr va werim ez zanim bê ez ê çi bikime ji te yadê, hey îmansizê yadê! Dibê axir di riya go awilî neqla dî tê da çûyî da dibê di rêkurtkê va çû dibê rêkurtka dibê avêta ser cadê. Çû ser cadê dêhnê xwe dayê go va ya weke tilyê desta û sitêrê azmana, timê dewarê haspa çûne aliyê bin mêrga çixorê va feqat yek peşîpaş nevegerya ya. Wî jî di dilê xwe da go malava ma ti bê mi pêşî ji wa standiya. Wilo dêhnê xwe dayê aw ê ji xwe ra duşînmîş dibe. Dît go ya xaliqo weka roja haşrê û roja qiyametê di devê gelyê Bedlîsê da wî çardeh hazar siwar tevî wilkas tirş û talanê hanakê û ji qarqarê û ji zarzarê ji qalabalixê devê gelyê Bedlîsê de. dibê carekî serê wa da der. Weke serê lehiyê werê go carekî serê wa da der dibê wî jî hema xwe da quntara çiyê ber darekê ji xwa ra li wa meyzand û li wa fikirî. Wî jî dilê xwe da dibê carekî hama destê xwa danî ber serê xwa û go ya rabbî go ez melkemotbim ez nikarim rihê vakasa bistênim û malûma zahmeta çardeh hazar siwar û devê gelyê Bedlîsê da û wî zarokî malûma hê cehila hê zaro ya û gelekî zor e. dibê carekî hama wilo hêstir ji çavê wî hatna xwarê û ji xwe ra hêsand û gelekî ji xwe ra dûşînmîşbû û ji xwe ra hêstir ji çavê wî hatina xwarê û ji xwa ra li wa dimeyzênê. Ji xwa ra li wa dimeyzênê dibê hatina ‘ayn dahma ku neqla awilî wilo li wa her deh siwara kirî dibê carekî hatna wê dahmê û ti nebê ew herdu siwar jî ya bi waran a. Dibê hatna wê dahmê kir ku bêjî aha wella li vê dahmê wî siwarî wilo li me kir. Dibê meyzand go wî li cihê xwe ya. Go ew siwarî li cihê xwa ya dibê hama carekî çû li ber Xanê Bedlîsî sekinî go ya Xanê Bedlîsî, go ha, go aw siwarê go wilo li me kirî ha wêêêêê ha ya. Go kanî? Go ha bi serê bavê ta ha wêêêê ha ya. Dibê hama êdî jî çû go Xanê Bedlîsî go ew ê wilo li me kirî go ha wêêêêêê ha ya. Ev çiqa hûn diraalîn hare. Go em diraalin paşî em ê tira qûna te bînin. Go carekî go firrrrrr firfirkê da dibê carekî weke go av bisekinê. Dibê av ûmata giran bi derbekê da sekinî go zarono, go ha, go va qisasê ma û yê go haşt siwarê mi kûştin ha wêêêê ha ya, win ê dibînin. Êdî go em halo harnê haya go baz bide êdî qederê sêsed çarsed siwarî paşva bizîvirin, qederê hazarekî di tehêlê va qedrê hazarekî dî halo û qedrê em ê dî em ê halo çin ma em wî di nav xwe de zemtnakin. dibê carekî wilo. 37.00 (ribab) 37.07 Ya rabbî tu wê bi qedrê navê xwekê tu wê îro havaltiyê bi mi re bikêêêêê wa haywana xwedê taala tu wê dengê mi bikêêêê haka îro devê gelyê Bedlîsê ma li sedefê siwar kirbê îro hîlê li mi bikêêêê çika nan û emekê go min û bavê xwe dayêêêê te har du çawê te kor bikêêêê Lêlî belê devê gelyê Bedlîsê min ê dêhnê xwe dayê va hajîra yêêêê wela asasê haywana Osman Axa yê Zerî kehêla asîla yêêêê û feqirê Osê hê zaroka hê sebî ya û devê gelyê Bedlîsê navê ûmeta giran esîra êêêê 38.17 Osê dêhnê xwe dayê ku ji vir hat gahanê û ji wir ve hat hama li dor gahanê da. Osê pena bê heka ê go rêberê ezman ez zanim ê mi bikujin lê ka tişta go ji mi jî werê ez ê bikim. 38.32 (ribab-rîtmîk) 39.12 Hêêêêêê êêêêêê hêêêê êêêêê (Rîtmîk) hê çibûya çibûya ?(00:40:30)……………..………………………….(00:40:41)? û lê lê dêhnê xwe bidine Osman Axayê Zerî hê zaroka lo hê sebî yaaa û zengê merikno dêhnê xwe bidinê weka va sercilê ku miho didê lo ber xaniyaaa hûn ê dêhnê xwe bidine mehîna zerî ferza ew zaro ya lê wê gelek şerê qewgê giran bi ser wî çavê xwe lo dîtiyaaaa li vê halê min û li vê gotinê vê şitexaliyê vê xeberdanêêêê û li ser serê Osman Axayê Zerî go dêhnê xwe bidyê weke sala wê fermanêêêê lo feqîro hê zaroya hê sebî ya ew tiştekî lo nizanêêêê go av kurê bava ji wir va ji wê va lo lo li wir da hanêêêê Lêlî belê carekî Osman Axayê Zerî dane ber qalibê firmanêêêê û bavo dilê min sibata lo xoş sibataaa Osman Axa li nîvê wê meydanê sekiniye weke kewê ribataaa wê rojê şêxek seyîdek li wa da nîne ji Osman Axa ra bidne ber al û selawataaa 41.07 (ribab-rîtmîk) 41.24 hêlî kirin lo hêlî kirin û va siwara carekî lo xwe tev werkirin û ecêbê serê zemana lo ji hev çêkirin û meydana feraha lo ber kabê heft bosta lo li wa teng kirin wa acêbê serê zemana(!) devê gelyê Bedlîsê da lo jev çêkirin hê çi bûya lo çi qewimiya û şer giran e devê gelyê Bedlîsê îro lo lo di qewimiya Osman Axa dikevê nav wa da weke payîza paşî ba li pêşmê da ya dibê çawa dibê vir vira lo wa seriyaaaa weke gurekî berçî be di devê gelyê Bedlîsê bikevê paşbira lo ber qûmiyaaa 42.18 Lêlî belê carekî Osman Axa acêbê serê zimbara ji wa çê kiriyaaa û çawa dibê virvirê seriya û xwînê bi vechê xwînê çawa laşa li ber xwa biriyaaaa û lêlî belê pirekê kuramê wî derketina ser pişta dev û derûla çawa jê ra didina lo ber lîliyaaaa .. lêlî belê ecêbê sere zemana devê gelyê Bedlîsê lo ji wa çêkiriyaaaa ê bavo firmana li we xweş firmanaaaa û derê gundegundê firmana li ser serê Osman Axanaaaa û devê gelyê Bedlîsê dêhnê xwe didimê mitehtû bo talanaaa û sawa Osman Axayê Zerî weke sawa Ristemê Zalaaaa û go dibê av a milkemoltê serê va însanaaaa û kes nizanê ne bi ecêba ne bi xirda nema dizananaaaa 43.16 BAND ALIYÊ-B 0.00 (ribab) 0.10 Lêlî belê dêhnê xwe bidinê carekî Osman Axa rabû kopal rakir Lêlî belê simbêlê xwa çawa di nav golê xwînê da sorkir û acêbê serê zemara vê ûmata giran lo wî timamkir wî kula Helebê di mala lo wa darwakir wî hesabê sêsed çarsed siwarî lo ji wa timamkir weke mistaknakê tilkê mi dê loooo looooo loooo looooo çawa devê gelyê Bedlîsê kezebê hamiya qeta mi go bavo hemî birîndarkir êêêê êêêê weke mistaknakê tilkê virdê hemî ji tert û belakir hay looo loooo looo lêêê weke mistaknakê tilkê hemî ji tert û belakir êêêê 1.23 (ribab) 1.30 Hemî ji hev de tert û belavkir. Dimeyzênê weke bi sed siwarekî dana wa kêla çûn, dimeyzênê weke hazarekî bi dera ha va çûn, wê pey kê kevê pey kê nakevê. Lê dimeyzênê di nav xwînê da bûye ew mehîna xwa. Wellah wa nasnakê dibê xwe berda ser ca’dê dimeyzênê ku va naha amê wî ya, di bin qantirekî da, ha wilo dibê û çê û tê. Go apo, go uxuiiu, go nizam çi, go yabo brazî ez bextê te û xwedê ma ka vî werîsê vê qirka min veke lê qirka min xwar vê mîratê. Rabû bi serê şûr kete werîsê wa da hamî qetandin. Dibê carekî pîreka, pîrekê kuramê wî, jinama wî, filanê wî caredkî têne serî wî mirç û mirç û mirç hayla me bi qurbana vî serî bûyo, ma me ji ku zanîbû tê rojekî li me bê xweyî û te ji me ra ma xweyî kê û tê belayê li ser me de bide alîkî weyla me bi qurbano. Rabû ser xwa axir werîsê hamiya vekirin, dengê xwe li şivana kir go zarono, go ha, go berê vî terş û talanî carekî dî bidine mêrga çixorê. Dana mêrga çixorê… Çawa go dana mêrgê çûn go apo, go ha, go ma em neçin qey? Êêê go brazî wellah asil tu yî êdî. Îdî va na asil az im, arê ez extiyar bûma çûma, lê ji îro pê va axayê ma, mezinê ma û em xulamokê te na û ti meznê ma yî Osman Axa, kurê min. Ti mezinê ma yî em hîç in em. Dibê Osê di dilê xwe da dibê pa na ewqase dî zahftir nayêna min, bi xwedê em neçûn. Dibê carekî go amo, go singê kona rastkin. Singê kona danîn û terş û talan dîsa berdane mêrgê. Dibê em ê çine ser Xanê Bedlîsî êdî. Dibê Xanê Bedlîsî carekî çûne malê û lev civahan û lev toplantiya wa çêbû û lev gahatin hesabê xwe kirin go hoooo çarsed û şêst zilam waye ji wa hatiya kuştin. Û qîr û zîzeban û îzeban ketye nava Bedlîsê zurzurê girî ew dibê brayê min hatiya kuştin, ew dibê wela mêrê min nahatiya, ew dibê amê min nahatiya, ew dibê filanê min nahatiya. Hawara xwedê roja haşrê ketye Bedlîsê da û hawara xwedê kes dê weled nabê xweyî. Xanê Bedlîsî weka kuwarê weke meşkê wê ê pifdan û carekî di yê piç bê, nizanê çawa bikê. Dengê xwe li civata xwa dike, li aşira xwa dike. Dibê zarono dibê ha. Dibê vêga ku yekî go mesela az û yekî weka mesela Evdal Begê serokê Molaciya meznê araba mala Brahîm Paşa, mesela axa û mulik zahf in go ez û ew ba nam e levdana ba kî bêjê malava ew Xanê Bedlîsî bû ew jî filan axa bû ê belkî wa zora wî bir. Çawa kes nizanê ev çi însana, ev çi texlîta halo li min dike. Yekî weke sûskî li ser pişta dewarekî weke abûzêva dewêr dikevê nav me da. Êdî xelkê bê ma Xanê Bedlîsî ew kî bû ez nizanim kî ya çawa zilamekî ne weke zilama havka askerê ma hatibe kuştin. Êdî qahra min hamî av a qahra mi, naxwa bila mesela wextê ku dudo çûna hev helbet yek yekî dê ardê lê qahra min hamî av ji mi ra dibê qahr. Dibê levbûna kom êvarî, civata wa geraha, dengê xwe li şîretkarê xwa, li vezîrê xwa, li filanê xwa kir go zarono çawa baş a em çawa bikin? Go ya Xanê Bedlîsî, go ha, go zor e wellah billah ku ti omata Mihemmed hemî bibê wî zilamî ew ê wa kujê êdî zanê, go hê, go ne bi fêxlekî be û bi numarekî be miho vî zilami bênê destê xwe zorê. Go çawa, go bi numraka wilo go werê destê miho. Go çawa, go mesela, vêga dîsa weka awilî deh zilam rabin xwe karkin, go êêê, go rabne ser xwa harne mêrga çixorê, harne devê konê wî yê extiyar Mihamed Axa, go êê, go win harne devê konê wî wextê ku win ji vir va çûn çawa hûn ji vir va çûn ji dawarê xwe paya bin xwe bavêjna dest û lingê wî. Bê mirç û mirç û mirç lingê wî maç kin ê go wextê go hûn rabin ser xwe herin go estaxfîrilla rabûne ser xwa careke dî bê ev jî ji dêl Xanê Bedlîsî ve ya. Haka go estaxfîrillah çima derdê we çî ya mesela wa bêjin ya Mihamed Axa gelek silavê Xanê Bedlîsî li te hana go gotiya gelek silava lêkin ev tam kete diwazdeh sêzdeh sala da dîtina Mihamed Axa gelekî ji mîra merak bû û keder bû ku mi dîtibana eme ê bina ya dest û brayê hev haqîqî û dibêjin Mihamed Axayê Koçer awqa camerekî başa û nan daya û mala mêhvana ya sifra wî li ardêya û camerekî qenca êdî Xanê Bedlîsî digo ez nizanim li kuderê ya li ku memleketiya hama go min dîtibana em bibine dest û brayê hevdû yê axretî vêga pê hisaya go av ê go ev telefat jevkirî evka mêr û filan jev kuştin ha wellah Mihamed Axa ya êdî gotî ya aha ji dêl mi va herne lingê wî êdî bila dîsa qusurê nemeyzênê nebê wela ewqa zilam me jê kuştina hal û meselê halo çêbûya dîsa hasêba bû mehvanê min ewqa mirîşk bûn mi jê ra gurandin bila nebêjê hal û mesela me av a. Go kuro kî ji wê yê çê bawerke go ba we li wî xwe piştê êdî kî ye bê ez ê çim dibê carekî xayra ez ê çim êdî go ez ê çim yê axir deh timambûn go timam go win naçin haya ne tersin hûn naçin qewgê bi wa ra nakin û li hevjî bixin deynekin bi vî miqamî haka hatin başa ketne deste min ez zanim û nahatin jî ma ez çi bikim go belê ya Xanê Bedlîsî deh siwarê xwa karkirin go yellah çûna mêrga çixorê dîtin go Mihamed Axa li devê kona aw û haft kurê xwa dibê carekê hama çawa paya bûn go keremkin ya mehvanê delal xwe avêta dest û piyê wa go mirç û mirç û mirç piyê wa maçkirin istaxfîrillah ya bra çima we piyê ma maçkir rabûne ser xwe careke dî xwe avetna piyê wa dîsa maç kirin go ev jî dêl Xanê Bedlîsî va ya helbet derdê we çi ya bra istaxfîrillah çima hûn wilo dikin go bra go ha go gelek slavê Xanê Bedlîsî li we hana gotiya ji dêl mi va hara dest u piyê wa go tu bu wellah wesfê Mihamed Axayê Koçer ji mi ra didan camerekî başa û mera babaagîta mala mehvanaya mala wî êdî go dîtina wî ji min ra keder û meraq bû em bibine dest û brayê hav vêga pê di hise ev e go şer û filan kirin Mihamad Axa ya êdî gotiya silavê min lêkin bila dîsa werê em ê bine dest û brayê havdû mi dive go ne bêje havka mêr kuştina hasêba mirîşk bûn mi jê ra gurand. Dibê carekî li kurê xwa vegera go kurêm go ha go min ji we re ne got em vî Osê keçel bi xwere nabin. Kengî be wê li me bê bela wê serê me kê teşqela û fêhtiya camêra wê serê ma kê tomuk û bela da. Mi ne got em bi xwe re nabin roja awilî. dibê kurê wî go yabo te go em ê bi xwe re bin na xwa me ne gotiya. 8.56 (ribab) 9.18 Neyse kurêm bila Osê jî bila paşva be roja awil me go em vî yê keçel bi xwe re nabin we go em ê bin bila hama wî li paşbe hata kurêm em vegerin dev jê berda. Lê kurêm go ha rabina ser xwa deh tera ji vî penîrê tir dagirin û deh tera jî ji wî penîrê sîrkirî û deh tera ji gûza jî dagirin û deha jî ji liva yê jî dagirin û deha axir ji tiştê filanê dî jî ji hîriyê jî dagirin. Ka em va bi xwe re bibin. Tu dibî me qenciya vî camêrî û go halo vî camêrî ku em li ber çavê hevdu reşkirin vî sebavê Osê. Dibê carekî da pêşya wa her haft kurê xwa û her û qantirê wa bi rê ketin û carekî çûna bi Xanê Bedlîsê va. dibê carekî Osê çû ba diya xwa go wa yadê go ha go awilî deh siwarê Bedlîsî hatina ma go mi heşt ji wa kuştin û vê paşiyê jî çardeh hazar siwarê wa hatine mi. Mi çû çarsed pênsedek ji wa kuşt û yadê ava vê paşiyê çiya, va amê min da peşiya wa û evqa qantirê ha ji hiriye ji penîr filana barkir û çûn yanî vê neqlê çi ya yadê? Go kurêm, go ha, go ne mi roja awilî mi gotiye ta guhê xwe nede wî amê xwa kurêm ez zanim ew çi texlîta û çi bêbava û çi teşqelçiya. Kurêm te dest amel pê ra nekirye le êz piçûkiyê pera mezin bûma ez zanim ew çi bêbava. Go yadê wellah ez ê harim bê ka ev derdê wî çi bû, çi mesela wî ya. Mehîna xwe siwarbû carekî ajot careke dî di dilê xwe da go welleh ez mehînê nabim ma ez ê mehînê bibima ku! Mehîna xwe li nîvê mêrgê girêda û dibê carekê çû pêşya amê xwa go amo, go ha, go tê çi kê xêra? Go Osê, go ha, go ji îro pê da ne ti braziyê min ne ez amê ta siktirba ti bi kû va diçe hara. Go amo xêr a, çi ya derdê te çi ya? Go brazî, go ha, go ez dibêjim ez na amê ta ma, ti ne braziyê min î. Go amo, go ha, go ti biya min bikê, biya braziyê xwe bikê neçe, biya min bikê ti naçê û haka ti biya xwe jî bikê asil tu yî. Go ez dibejima te îşê xwa ji me newêna haydê ti bi riya xwe da hara û go de hara. Paş va xulamek barê wî hîrî bû, xwar bûbû barê wê rast dikir. dibê gahayê go filankeso, go ha, go hêviya min ji te haya go ti rabê barê wê qantirê ti deynê û ti cemekî berdê ser cemekî ez ê xwe xime cema dî û devê têrê bidirû. Wextê go em çûne wê dê qewîtiye min jî av in; wextê go em çûne Bedlîsê we têrê ma danîn faqat dive ti haj ji têra min habe. Wextê we têr danî, têrê hiriyê penîr û gûza wa, ti têra min nekê bin ti têra îje ez ê baecim ava ez nikarim dey bikim. Go êêê, go tê têra mi dênê ser hamiya, go êê, go piştî wê re jî wextê go te têra mi danî ser têra hemiya hay ji zarok marokê wilo bêar hana baznedine ser têra, wê min baecênin. Pişt wê ra jî ez meyzênim ka bê derdê Xanê Bedlîsî û amê min Mihamed Axa bê çi na. Go ser çava ya Osman Axa wellah qenciya go te ji min ra kirî ez di dinyayê da ji bîrnakim brayê min, ser serê min. Wellah go ez ji nêza bimirim illeh ez ê bekçiyê têra te bim. Rabû xwe kire cemekî û cema dî bi hemberî wê kir û têr avêta ser qantirê, werîse xwa lê jidand, go yallah. 12.44 (ribab) 13.00 Ketne Bedlîsê, dibê xulamek peşiye çû go ya Xanê Bedlîsî go vane hatin. Go kî na? Go ew ê go em dibêjîn û haft kurê wî ne. Go hatin, go a, go hişşş deynekin ji wa ra bi xebara xweş kêfa xweş û şîva wa bidine wa û çaya wa bidine wa û qahwa wa bidine wa hata bibe derengî şevê piştra ew îşê min a êdî. dibê axir têrê xwa danin li salonê û wî jî rabû ew têr danî li ser hamiya. Hedîka wilo danî û axir şîva wa danîn go bira keremke ti jî were şîvê. Go bira, go ha, go hama gezek nan awqa penîr ji wê dê bidine min, lê ev têra ha penîrê tir a, zarok marok diçine ser têrê ez ê li berbim. Axir ew ma li ber têrê. dibê carekî bu derengê nîvê şevê civata wir digere ji fêris û babaagît û pêlewanê wî pehepeh ji wa tê ji qahra û carekî bu derengî şevê go Xanê Bedlîsî go Mihamed Axa, go libê ez xulam, go ne libê hay miiiiiii di nava raha ta kutawo! (00:59:18) 14.03 (ribab) 14.25 Ax wey lêêêêêêêêêêê êêêêê êêêêê Qesra Xanê Bedlîsî ma bilinda bîrînciya êêêêê Û carekî Xanê Bedlîsî li Mihemed Axayê Koçer kiribu qerên û gazî êêêêê Go hay min ê di melakê bavê te gayo di vê qebra reş u tariya êêêêê Û ji aqlê te weya go Xanê Bedlîsî çawa li kuştina pênsed babaagît kurê camêra bûriya loooo oo ooooo Wele îro ez ê çi bênime serê te û bavo firman anî serê va xwînxwariya êêê êêêêê Wele carekî dengê xwe li xulama xizmetçiya kirya êêê êêêêê Û carekî hamî bi werîsa, bi şelîta li wê dê kirna bangorê serê bana, bi şelîta jidandiya êêêêê 15.45 Go kuro, go ha, go hun kurê wî hamiya rajina werîsê wa yekoyeko û derenca qesrê da. Qesra min haft tabaq a û di derenca de yekoyeko rajina werîse wa bikişênin hata bibine bavêjina penga dawara bila sofî li vir bê. Her haft kurê wî carekî werîsê wa kişandin teq û req teq û req û di haft tabaqê qesrê da birina avêtina nav panga dawara. Mihamed Axa maya li wê dê. 16.16 (ribab) 16.30 Axx wey lêêêêê êêêêê êêêêê êêêêê êêêêê êêêêê êêêêê êêêêê êêêêê êêêêê êêêêê Wele carekî Xanê Bedlîsî li xulama kiribû qêrîn û gaziya Wele carekî jê ra tênîn va toxilkê arabiya va kopalê şuxlê koçerê baniya Wele dêhnê Mihamed Axayê Koçer li wî alî bû ay lê êêêêê(01:02:13) Wele çawa laşê wî kirya weke mêrê qelûnê husûsî, çawa reş û şîn kiriya kirya êêêêê Û hawar hawarê wî diçê nav ber arşê îlahiya êêêêê Lêlî belê kesek nîne bêjê ya Mihamed Axa ma te aqle serê xwa xwariya êêêêê Ma ez ê şifêrîm û hawara Osman Axa braziyê Osê Zerya êêêêê Lêlî belê wextê carekî Osê dengê amo qerîna apê xwe kiriya êêêêê Û carekî kirênê dabû kezeba wî ya dilê wî gelekî li ser amê wî şewitiya êêêêê Wele carekî destê xwa avêta vî şûrê lêrizê hahoo lê berqiya êêêêê Wele avête têrê di nivî da kiribû di keriya êêêêê wele carekî derî vekîrî bû axx go amo va ez Osê Zerî ma destê xwa li derî da ba û fanos li bin guhê lambê da êê ya êêêêê Û carekî raheşte meftehê, mefta dêrî jêkiribû kir berîka xwe da didaniya êêêêê Wele şeva nîvê şevê ya li hundirê odê şev tarî ya êêêêê Ax hey looo ooooo ooooo weyy loo ooooo ooooo Ya Osman Axa tu gelekî şarezayî îîîî êêêêê 18.49 Dibê carekî lemba, fanos ew mirandin, mifta jêkir kira berîka xwa û carekî cehekî balgaha dît heka kurçikeke heka sitêrkê livîna û xwe kire binê stêrik da û perde kişanda ber xwa û brano ma ne bû reş û ma ne mefte derî girtiya. Û reşa û wilo wilo heycanlî û malûma ode jî tişşşîî babaagît û askerê wî ya. Şev e, reş, a nîvê şevê ya. Hamî jî bi demançena bi afrîna bi xencerna û bi şûr in. Û tihêla brêv anîşka keviya brêv dikeve dibê hiiihh dibê qey aw a, dibê hiiihh xencerê didênê binê urê wî. Yê dî rabuna ser xwa ji tirsa malûma hêybet ketiya nav wa da. Kuram, tenîşta wî li ya wî dikeve dibê qey ew e dibê hihh xencerê dide bin ûr. Her carekî wilo di dahma xwa da her kesekî mana sekînî ha wilo tavêjê nav wa, ew bixwe bixwe nava hevdû dikevin. 19.44 Wele bra dîsa dêhnê xwe bidne Osman Axa Zeriya êêêêê Şev e nîvê şevê ya şev tarî ya wa xwebixwe agîrê halabê di mala havdu daniya êêêêê Wele Osman Axa piyê xwa kirya xwînê da têla xwînê gola xwînê daya hata kaba wî ya êêêêê Wa xwebixwe hevdû qelandiya û agirê halebê di mala hevdû da daniya êêêêê Wele tinebê wî qasî û carekî dêhnê xwe didê Xanê Bedlîsî te bê wilqasî li pişta derî ya, ser devê derî va windabûya êêêêê Wele destê xwa li kîbrîtê li çakmak gerandiya êêêêê Wextê go çerqên ji qiştik û kîbrîta wî hatiya êêêêê Ya Xaliqo ti nebe wa Xanê Bedlîsî li ber devê derî ya li ser devê derî va windabûya êêêêê Wextê go haaaaaalooo çav li Osê Zerî ketiya Ya Xaliqo kesînof û keleşkofa û tira tira qûna wî ya êêêêê Lêlî belê carekî dêhnê xwa daye Xanê Bedlîsî destê wî biqewet a wekî serkilê(01:06:23) berxaniya êêêêê Û carekî go hihhihh! hinekî li derî da derî ji ber kiriya êêêêê Lêlî belê devê mezelê vebûya û devê xanê devê axûre devê mitfaqê devê mezela niya êêêêê Û destê wî li ser berstika wî ya dibê Ya Xaliqo ma çiqa şurê wî tûj a aynî weke derziya êêêêê Ji tavikê xewa wî nayê ezbenî wê îro pepûk ji yê zarokên min mênine sêwî ya ê Lêlî belê berê wî da mezelê û li dûv kete mezelê, mezela baniya êêêêê 22.14 Li dûv kete mezelê, derî girt. Dimeyzênê pîreka wî, wa li wê dê ya û zarokika li ser kaba wê ya. Cihê livîna meyzand ne tê da, pişta derî meyzand xuya nakê, li bin qeryole meyzand ne li wira. dibê ev bêbav bi kû da çû? 22.36 (ribab) 22.44 Lêlî belê carekî Osman Axa rabû çi kiriya êêêêê Û carekî raheşta wî kurkê li ber singa wê harmetê, li ardê daniya êêêêê Û rahişta wî şûrê xwe danîbû li ser qirqa wî ya êêêêê Go diya min ê, xuha min ê bêje bê ka Xanê Bedlîsî bi kû va çûya êêêêê Ti dibêjê bêja ti nabêjê hi’ihih te rihê vî kurkî bi serê çavê xwe nediya êêêêê Go pepû bra ez di bextê ta û xwedê ma û bra sibata lo xweş sibata aaa Az ê dêhnê xwa didime brakê xwa aynî weke kewê ribata aaa Mi go ev şêx e ev seyîd a ji bejna Osmanê Zerî ra lo bidine ber bi al û selewata aaa Bra ti nebê wê gotiya, aha ketiya wê sabata cila da aaa! 24.11 Go ketiya vê sabata ha, go a. Go hama carekî çû ber sabatê kir go tevlu sabatê wî hamiya go hema bê hihhh û derbekê lêxê. Dibê vextê go çû ber sabatê, tepê sabatê ser hilanî te dît go va hat. Dît go va hat carekê hema xwe ji sabatê avêt go hihh xwa avêta dest û lingê wî. Mirç û mirç û mirç û mirç û mirç! Dibê hangî lingê wî maç dike hêstrê wî ji ser da hatna xwarê. Go ti bidê xatirê qencê xwedê taala, tu bidê xatrê wî Xaliqê Bedrê ti mi nakujê. Kir ku dêniyê de, carekê dî. Osê jî go malava go dibêjîn bê şûrê qesrê li milê ta û forsa wî cilê ta, de meyzê yekî weke şahînşah kî weke Xanê Bedlîsê avqa serseweta wî hayî awqa emir di destî wî de hayî bi xwedê va îro ketiya nav lepê mi da eee hem ez dibê wî nakujim. Ti bidyê xatrê xwedê. Hay wilo dibêjê, go Xanê Bedlîsî, go ha, go ka lingê min berda ez te nakujim, hîç ez te nakujim. Yalniz tê ji mi ra rastî bêjê. Go arê ma hat li mêrga te da danî, ma mêrga te çêran û ma mêrga te xwar û te deh siwarê xwa şiyandin te apê min ew di bin zikê qantira va girêdan û te anîn. Axir te siwarê xwa şiyandin, min haştek ji wa kuştin ew mêranî bû, vê paşiyê jî haka çardehe haka pazdeh hazar siwarê ta di mêrga çixorê û devê gelyê Bedlîsê da me lev da mêranî bû, mi çend siwarê ta kuştin ew mêranî bû, lê ava vê paşiye ew çi namussuzî bû û ew çi qelaşî bû? Wera em ê bine destûbrayê havdû, em ê destê destûbratiye dine hav û ew çi namussuztî bû te kir, tê wê ji min ra rastî bêjê. Go ya Osman Axa ti bidê bidê xatrê xwedê, ez zanim mi qelaşî kir û mi naqencî kir lê ti bide xatrê xwedê û ti mi nekujê. Ê go lingê min berda, ez te nakujim lê tê soz dê li ber destê xwedê go ti bebaxtiyê li ti kurê camêra nekê, tê soz dê. Go mi soz bê, li ber destê xwedê taala û te, ez di hayata xwa da ez bêbaxtiyê li ti kurê camêra nekim. Ê go başa lingê min berde, temam. Rabû ser xwa, çû oda go ewqa tê de kuştin raheşta şelîtê, amê xwa kişand ji nav wê xwînê derand û axir werîse wî vekirin. Apo apo, go oxxx. Meyîzand go hê reh li ser a. Axir di derencê qesrê da xwe berda xwarê çû panga dawara vekir, kuramê xwa hemî werîsê wa vekirin û carekî berê wa dana ser wa zankok û soqaqê nava Bedlîsê û li ser riya mêrga çixorê, riya aliyê Titwanê va dibê karkirin. Go apo, go ha, go hama hun herne malê ez î hatim, hama hun herin ez ê gihima wa. Wî jî di dilê xwa da go bi xaliqê xawa wî newê heta go ez vî Xanê Bedlîsî neceribênim û bê ka çima halo kir, piyê mi neçû mêrga çixorê. Rabû ser xwa, axir dibê wî jî xwe berda binya qesrê go hawaraaaaaa hawara, ya Xanê Bedlîsî ka wera. dibê Xanê Bedlîsî bi carekê go birrrrrh derkete ser banê qesrê. Go kuro ew kiya dibakê min zaan. Go ya Xanê Bedlîsî va ew Osê Zerî ti nebê wextê li odê qamakek heka xencerek lê ketî, ti nebê hingî birîna wî germ bû va li vê dê birîna wî sarbû, va li vê dê ketiya. Êdî wera ez û tê em ê kujin bila ewqa namûs û mêranî bibê ya min û ta. Go birrrrrrrhhhh, bi sê talaqê belefetû, go hama ew nikaribe xwe tevdê ez di îmana wî û bavê wî dikutim. Hama go nikaribê rabê. dibê carekî bû birrrrh birrrrha wî li ser banê qesrê wî jî xwa berda xwarê li haspê xwa siwarbû va ya hat. Wî li wa dera bû ew birhh birhhha wî ya go kuro ew li kuder bû te bakir, çira ti deynakê? Go ew jî di dilê xwa da dibê malava hama werê ez î destevala ma, lê arê şûrê mi bi mi ra ya lê ez î ne siwar im, paya ma. Dêhnê xwa dayê go va ya siwarekî ji wir va tê cilê wî reş in û haspê wî reş weke qirrekiya vaye ji wir va tê. Go kuro ti kî yî, ew deng û san bi te dihat? Go ti kî yî? Go ez Aliyê Şehînê ma yaw, ma ti mi nasnakê? Ser çava Aliyê Şehîn, go li kuderê ye ew Osa Zerî? Go va ya li binya vî dîwarî. Go hîç nikarê rabê, go na hîç nikarê rabê miriya ji mêv. Ka go tu bigra ev hasp go li kuderê go li xwartir, go li kuderê, go hama li wê da xwartir a. 28.53 Weyla Aliyê Şehînê êêêêê êêêêê êêêêê Agir bi xanî, wele te wê bi destê xwa mala xwa xirakir êêêêê Agir ser kanî êêêêê êêêêê êêêêê Wele feqîro kir ku dabû çira çira neperûşkê wî ku di dîwêr de êêêêê êêêêê Lêlî belê Osman Axa şûrê xwa bire banî êêêêê êêêêê Û çawa danîbû mi go qara sutûyê wî êêê serê wî hilanî êêêêê 29.35 (ribab) 29.41 Dêhnê xwe didiyê go hê birrrh birrrha Xanê Bedlîsî ya. Go kuro ti çira deynakê, li kuderê aw Osê Zerî? Go were ezbenî, were vaya li vêdê ya were. Hat û hat hat hat hat haaaaaylo meyîzand go va Osê ya! 29.53 (ribab) 30.05 Lêlî bele ya Xanê Bedlîsîîîîîî îîîîî îîîîî de carekî bêja êêêêê Halê te çiya êêêêê Wextê çavê wî bi Osê ketiya êêêêê Weke xefîfa kînê (01:16:22) liga liga wî ya êêêêê Û carekî go hihhhh kete bin mi go bavo polê hespê xwa lo deng bi wa êêêêê Ya Xaliqo carekî Osê Zerî ooo ketbû pey şopa wî ya êêêêê Û dibê de de de de hey min jina xweyiyê te gao belkî îsal te çil kêl tê da cafaniya êêêêê Û carekê li devê soqaqê li devê zamboqê êêêêê Te girt soqaqa wî ya êêêêê Lêlî belê şûrê wî li ser berstika wî ya ew dibê bi wî Xaliqî ez zanim ev roja emrê min î paşiya êêêêê Ez zanim awê zaro li devê teriya sêwiya êêêêê Û carekî berê wî li xaneke xiraba rastkirya êêêêê Wextê go gahayê go ya Xanê Bedlîsî te di go ez kurê camêrama ê te kir ev bêbextiya êêêêê Wextê gahayê şûr danîbû nîvê berstika lo qahfê wî ya êêêêê Û di nîvê cotka qûnê da weke xeyarekî wayê şuxlê bi werîskî bû dikelya êêêêê Wele îşê wî li ber sêr nema bi carekî li apê xwa divegeriya aaa loooo ooooo Ax hay looooo wey looooo Hay loo ooo ooo oooo oooo ahêyyyyyy....

Bêjebêje © 2015-2026