Miradê Kinê
Xirabo (version 2.)
By: diyarovsky 950 BB · Top Contributor
Xirabo... Xirabo, Xirabo... Sabavo, Bêbavo, Qaşmero... Zalim bavo Xirabo...
Wellê yadê xirab a, xirab a , xirab a... xirab a Xelqê... Xiraboo... Xirabo...
Wellê yadê xirabê xelqê ya... Donê Gazê ya... Wellê yadê Donê Gazê ya, Donê Zeytê ya,
hişa Mûşê ya, Petrolê Rafîna Batmanê ya... Wellê yadê bi sabûna Halebê, bi mintaksê, bi omo, bi fayî... bi Tursîl e, de lifik û Sabûnê yadê cotê memika min de girtîya, Ezê dikim û nakim ji min re nabe xirabo... Xirabo... Xirabo... Wezê Çî bikim suhûta min kî ma, Tecellî ya min nîna... de wezê çî bikim şansê min nîna, li buhara min xirab a bêbav a...
Wellê Yadê Xirab a, Xirabooo... Wellê yadê Şeytanê Xelqê, Dinya alemê, ûmmeta muhammed yek a... yê min rebena xwedê wezê nizanim sisê na, hisabê min de çar in... Wellê yadê yê Hasû'a... yê Xazûr a, yê kotî yê Şindokê mêra ya, Wezê Çî bikim yadê Şev a nîvê şevê ber çavê min pişk û bar in... Wellê sing û berê min rebena xwedê Tor a spî bûn, û di mala wî sabavê Kurê Kerê, Qeşmerê Kurê Qeşmera, De Xirabê Kurê Xelqê Sîm û Pas e hemû xwar in xirabo lo... Wellê yadê Xirab a, Xirab a, Xirab a... û dara min balê nabe xiraba, xiraba... xirabooo, xirabê Xelqê... Xirabo... Xirabo... Sabbavo , bêbavo... Xirabo... Xirabê Xelqê...