Skip to main content
a photo of Miradê Kinê

Miradê Kinê

Ziravê

By: diyarovsky 81 BB · Contributor

êêêê Zirayêê... Ziravê... Wellê lê lê Zalimê ku kete serê havîn e, serê bîst û çar pencekî temûz û Tebax e. Wellê tu yê rabê xwe kar bike, Em e erebê Kemal Şahîn siwar bin , em e rabin Kerboran wê herne Germave. Wellê tu yê rabê wî laşê xwe yî Tirî , Nazîk î , weka berfê zozanê serhedê bike navê germave. wellê tu yê rabê laşê xwe bişo , dîsanê haft barê likû sabûn û bi haft barê sor avê, Wellê Tu yê rabê li wê de çêke Qûşbaşîya dîsanê bist û şîşê Doner Kebab e, Wellê tu yê rabe şûşekî vexwe yekî ji wotqa , yekî yenî rakî yê , yekî jî şarab e, wellê weka tu yê habekî goşt nagirî Qelew û Şîşman nabe... Ax Ziravêêêê Ziravêêê... hoyy... Welê lê lê Zalimê te goştê laşê min helandî li min helal nabe , axx ziravêêê hoy... ziravêê... Wellê min e bejn û bala zirav dibû li nav baxçê , li nav dehl a devê derge da . û min e dêhn e xwe da yê fîstanê melesê naylonê berdayê li ser beceme da. wellê dilketinê Xelk û dinya alem ji wî zamanê Eshabîya heta vêga xelk û dinya alêm dibê Jinê adet a, Wellê ya min û bejn û bala zirav di kambaxê gunda tenê qabahat a yê... Ziravêêêê...

Bêjebêje © 2015-2026