Miradko
Keçikê Bimeş Bimeş
Keçikê bimeş bimeş
Xulama wan çavên reş
Delalê bimeş bimeş
Xulama wî kenê xweş
Ramûsanekê bide min
Lê bêje min ?sihet xweş?
Min bang kir wê xweşkokê
Şêrinê şemamokê
Fistanê wê dirêj e
Encax digihê ser çokê
Digihê ser kambokê
Encax digihê ser çokê
Ji wê de hatiye Helebê
Heta bigihê Qamişlokê
Keçikê bimeş bimeş
Xulama wan çavên reş
Delalê bimeş bimeş
Xulama wî kenê xweş