Mirady
Evîndar im
ji derdê evîna yarê
perîşan im, min sed eman
ji beyanî ta êvarê
şaş û gêj û wek serseman
heta ku ez te nebînim
maçek ji lêvan nestînim
pê sedsalan neqedînim
qet namirim û esselam
evîndarê çavên belek
pora tarî, biskên xelek
bro omerî wisa gelek
dil şa dike bi xeyalan
ka em herin omeriya
li nav bax û hûrdeviya
tu bibî diya sebiya
ew çax mirin li ser çavan.