the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mirady

Kulîlkê

Tu xwe nede mirinê ‘‘li ber xwe bide kulîlkê’’* Bila serma nede dil û ruhê te Min ê birînên te Bi hêsirên xwe ve bişûştana Qey Xwedê zimanê te nizane Çi bû? Çima diêşî? Qedera te sînga te de nîvco mayî Çi bû? Qet nepirse hêvî bike Ne ‘eyb e Rabe ser xwe kulîlkê Çîyayek î tu Dawîya dawî her tişt dibe kul Rabe ser xwe, çîyayek î tu Venemirîne tîna gîyanê xwe Ji bîr bike xayînan li wan kolanan Çi bû? Çima diêşî Qedera te sînga te de nîvco mayî Çi bû? Qet nepirse hêvî bike Ne ‘eyb e Rabe ser xwe kulîlkê Çîyayek î tu *Ji helbesta Arjen Arî ya bi navê Hêvî

Bêjebêje © 2015-2024