the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mirady

Leşkerê Winda

bê xatir û bê ramûsan şîrê şeran mirin dimijand j’ kilê çavên maran hez dikin leşkerê winda goga ku bavê te duh kirrîbû ji bo te birîna gîyanê te di kefenekî de xwe veşêre bi têra xwe bigirî xewna azadîya te serjêkirî ye ka bistrê… genî bûme min bêhn bikin heyran genî bûme niha belkî dibêjî çima wan ez li çîyayekî spî hiştim berfa kûçikan diewte li derdora min kurm dikeve bedena min min ji ‘erdê rakin ka destên we çîyê stranek winda kir

Bêjebêje © 2015-2024