the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mirady

Tarûmar

Te li min, te li min, te li min çi kir? Te birîna, te birîna dilê min vekir Te mala'm xeraw kir, 'emrê min talan kir Te rojên ronahî li min reş û tarî kir Çima çima zalimê, tu wusa dikî Xayîn tu min dikujî, tiştek nabêjî Ez bûm li hêviya te, ez bûm bendewar Te ez kirim dîn û har, kirim tarûmar Bûm dildarê te yarê, vê jehra evînê vexwar Bûm aşiqê te yarê, mam bê war û bê bihar Çima çima zalimê, tu wusa dikî Xayîn tu min dikujî, tiştek nabêjî

Bêjebêje © 2015-2024