Mirady
Tu Bihata
himbêzek ramûsan man li keviya çêm
te gotibû îşev ez têm
îşev, beriya hîv dagere kevan
ma gund raneza, ma sa ranezan
xayînê, tê bihata..
dilê min sed carî di sînor werbû!
xayînê, tê bihata
tu bihata tu bihata
tu bihata, kaniyek din li xanikan zêde dibû
tu bihata, nêrgizlokê j'êvar de rêber bû
tu bihata, xewlecî bû binê pirê;
kîjan xofê nehişt ku tu bidî rê
xayînê, tu bihata
ev dil li dû te binxet nedibû!
xayînê, tê bihata
xayînê, tê bihata..
dilê min sed carî di sînor werbû!
xayînê, tê bihata
tu bihata tu bihata
tu bihata, kaniyek din li xanikan zêde dibû
tu bihata, nêrgizlokê j'êvar de rêber bû
tu bihata, kaniyek din li xanikan zêde dibû
tu bihata xewlecî bû binê pirê
tu bihata bihata