the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mirady

Xelat

Deştekî bê avê Nav deryayek mezin Havîneke bê tav im Qet rûyê roj nabînim Ez zarokek ji dinyayê bê xeber im Îskoka xwe ya wenda digerim Birevin zarokno birevin keçkê ciranan Destên min da hilnayên sitêrkan Sitêrka herî ronî Çirandiye tariya şevê Mizgîna rojên geş û xweş bû Xelata destê zarokan Pêşerojek azad bû Ez zarokek ji dinyayê bê xeber im Îskoka xwe ya wenda digerim Birevin zarokno birevin keçkê ciranan Destên min da hilnayên sitêrkan

Bêjebêje © 2015-2024