Mîran Elî
Bîrî Silêmanî Nakey
Nayeytewe?
Serê le şar nadeytewe?
Bîrî slêmanî nakey?
Hez be pyase û gerranêkî deme û êwaranî nakey?
Eger em care bêytewe, em şare nanasîtewe
Sîmay becorê gorrawe, yadgarî her tya nemawe
Werewe bo slêmanî bo şarî ewîn û cwanî
Heyf çoll bû le yaranî nema xoşyekey caranî
Gerçî caran şarekey şêx kuçe û kollanî kemtir bû
Bellam gyane slêmanî her carî caran xoştir bû
Lebîrm dê slêmanî ke darulmulkî baban bû
Ne mehkumî ’ecem ne suxrekêşî alî ’usman bû
Leber qapî sera sefyan ebest şêx û mela û zahîd
Metafî ke’be bo erbabî hacet girdî seywan bû