the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mirazê Egît

Bişarê Çeto

Oy ax lê wayê, wele nayê, bîle nayê axe De roja înê, çarşemiyê, mala bavê min nayê dayê ax Saliho de ronî wî dilê mi rebena Xwedê Bişaro lawo vê sibê dilê mi ax Agirekî wî ketiyê her çar malê lê lê li ber kaniyê Mi go wextê heyanî wextê oy oy ax De tu rabe sêxatê fişengê xwe girêde Tivinga reş hilîne keko çiqasî bejna te tê oy oy ax Oy oy ax, ez ê wî herim xwe bavême dawê dîleka Cemîlê Çeto Na wele siyaro dîsa li vî siyarî, ay ay ax Ez ê bêjim de tê xet û derbeka lêdixî, ay ay ax Sadiqê Mihemed siyarê sorbozê Bavê Wediyayê, kilê çavê xanima ax Şerekî li mînanî şerê Geremerhana şewitî Bişaro hey lo lawo, helhel bi kêra me tê wey lo Oy oy ax lê wayê, wele nayê wî, bîle nayê wî Roja înê, çarşemiyê mala Nasir nayê dayê ax Sadiqo de ronî wî Geremerhana şewitî dinêre Bişaro lawo dilê mi ra wê kereng e ay ay ax Sostema destê Bişarê Çeto, êvar da ker e xweyo nizam çima nade deng e, oy oy Oy oy ax ez ê herim xwe bavême dawê dîleka Cemîlê Çeto Na wele siyaro vê sibê vî siyarî ay ay ay ax Ez ê bêjim de tê xet û derbeka lêdixî, ay ay ax Ê Sadiqê Mihemed siyarê sorbozê Bavê wediyayê, kilê çavê xanima De tê xirab nekî bejn û bala vî camêrî Na wele keko kolozê dozde reng e

Bêjebêje © 2015-2024