Mirazê Egît
Delal
Oy oy were way delal, hoy delal lo tu delal î
Ay delal qurban lo tu delal î oy oy ax
Delal qurban, şerekê me qewimiye Çawîşwana wêran lo berî avê
Delal qurban, qalekê me qewimiye Camûşvanê lo bêrî avê
Eskerê Kozde ber cawê va lo gula davê yo
Elî Begê di nava meydanê de lo kire gazî
Go gele mêrê çêno hûn ê çê bin çê bixebitin
Minê vê sibê cinyazê lawika bire mala dayê lo berî avê
Oy oy werê hewar e lo xweş hewar e hû
Werê hewar e lo xweş hewar e hû
Dora koşka kekê mi dêranê girtin lo çar nikar e hû
Her çar kekê mi dêrana Xwedê ra vê sibê bivê dijmin wa neyar e
Divê çiyakî mînanî çiyayê Sirûcê wê ser da bînin xwar e oy oy oy lê
Oy oy oy ax, were hay delal, hay delal lo tu delal î
Way delal qurban dîsa lo tu delal î oy oy ax
Delal qurban şerekê me qewimiye Çamişwana wêran lo van beyara
Xweş tê dengê eynelî, mûsêniya
Na wele belav bûne nalenalê lo birîndar e ax
Elî Begê di nava meydanê de kire gazî
Go gere mêrê çêno hûn ê çê bin çê bixebitin
Minê nava meydanê bi tenê hildaye heyfa begê lo gula siyara
Oy oy were hewar e, lo xweş hewar e
Dora koşka kekê mi dêranê girtin lo çar nikar e
Her çar kekê mi dêranê ra vê sibê dijmin ha neyar e
Divê çiyakî mînanî çiyayê Sîpanê Xelatê wê lê ser da xwar e
Were hay delal, hay delal, delal qurbanlo tu delal î oy oy