Mirazê Egît
Lê Wey Lê
Were lê weylê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê
Keçê kurmalê canê te yê sê çar têlê spî
Rûkê mi dîtine te yê dilê wezî kal e
Ezê ne kal im, nêzikî heftê heştê sal im
Dîsa ne kal im, canê, canê, canê, canê, canê
Wexta cihantiya mi da minê felekê girtiye û
Sîsê xwe kutane milê qolfelekê
Canê canê, canê, canê, canê
Were gede lawiko qurban wekî wisa ye
Xêra mala xwezî kara ti bitay mala bavê mi mêvanî, mêvandarî
Min ê te ra ser jêkira berxa guresore serberanî
Te ra daniya kulavê sor î xuristanî
Gava kekê mi evdala Xwedê bigota
Qîzê lawo kanê berxa guresore serberanî
Min ê bigota berxvanî kor bû çolê nanî
Canê, canê, canê, can