the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mirazê Egît

Xezal

Werê xezal, xezala çîyayê Darê, çîyayî Darê, çîyayî Darê Werdekê werdeka golî sar e, golî sar e, golî sar e wê Ez ê par van çaxa nêçîra xortekî çapik î şêrşere bûm Çewa îsal ji pira ketime berdestê vî kalemêrî Xezalê lê, way delalê lê, wî way lê lê Minê xezalekî rakiriye Wî gidîno, bavê dememê Rewanê, wî Rewanê, wî Rewanê Xezala minê berê xwe daye nav hêşîn e, çiyayê Axbaranê Way xezalcanê, delalcanê Were minê tirê xezala diyar nefsa canê min evdalê Xwedê tenê ye Mi nizanibû heval û hogirê dora minê bi xelet in Çima girtin tajî tûlê xwe berdanê Xezalcanê wey lê lê

Bêjebêje © 2015-2024