the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mirov

Xewna Zarokekî

Ez çûm ser kendalekî Dil û çavên min bi girî Wey dinya tu çi giran î Li ser milê min ê tazî Wey dinya tu çi giran î Ez zarokekî westiya yî Di paniyên min de dirik tijî Ez nîvco me dinya tu dizanî Wey dinya tu çi giran î Li ser milê min ê tazî Were, were, were min xilas bike supermena min Were, were, were em bifirin supermena min Were, were, were em herin supermena min Tu dizanî, ez nîvco me Tu difirî, ez rêwî me Ev dinya çokên min dişikîne Were min ji erdê hilîne Zû bike

Bêjebêje © 2015-2024