the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mîrxan Amed

Tu Çûyî

Keçê, welat bedew e Tu nazik î weke wî Çend e ez te nabînim Dilê min bê te nayê hevî Tu çuyî ez mam li vir Xelkê azadiya min bir Dilê min ketiye nav agir Min dîsa bêriya te kir Tu gula mala minî Hêstire min ji te re wek kanî Were dilê min dermanke Ji te hez dikim tu zanî Were dilê min jan ketî Ji hez dikim tu zanî Tu çuyî ez mam li vir Xelkê azadiya min bir Dilê min ketiye nav agir Min dîsa bêriya te kir

Bêjebêje © 2015-2024