the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mîrxan Serhedî

Çi Çem e Ehmed Beg

Çi çem e û çem e Ehmed beg, çemkê Zaxokê Çi çem e û çem e ez qurbano, çemkê Zaxokê Zeriyê gundê me l'Ehmed beg, meşiyan Dihokê Zeriyê gundê me ez qorbano, meşiyan Dihokê Yeka l'gundê me Ehmed beg, memik kiçkokê Yeka l'gundê me ez qurbano memik kiçkokê Çi çem e û çem e Ehmed beg, çemkê Behdînê Çi çem e û çem e ez qurbano, çemkê Behdînê Zeriyê gundê me l'Ehmed beg, meşiyan ser bîrê Zeriyê gundê me ez qorbano, meşiyan ser bîrê Yeka l'gundê me Ehmed beg, memik hejîrê Yeka l'gundê me ez qurbano memik hejîrê Çi çem e û çem e Ehmed beg, çemkê Bexdadê Çi çem e û çem e ez qurbano, çemkê Bexdadê Zeriyê gundê me l'Ehmed beg, meşiyan seyranê Zeriyê gundê me ez qorbano, meşiyan seyranê Yeka l'gundê me Ehmed beg, memik fîncanê Yeka l'gundê me ez qurbano memik fîncanê Çi çem e û çem e Ehmed beg, çemkê Xetarê Çi çem e û çem e ez qurbano, çemkê Xetarê Zeriyê gundê me l'Ehmed beg, meşiyan bin darê Zeriyê gundê me ez qorbano, meşiyan bin darê Yeka l'gundê me Ehmed beg, memik hinarê Yeka l'gundê me ez qurbano memik hinarê

Bêjebêje © 2015-2024