Misretê Elîlito
Ce Yo Yo
Were yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo
De lo lo siyaro siyartî wê li te tê
Li erafê meydanê li biyetêqezencê destê xwe bavêje dizgînê neyara ra dayne
vê we metê
Here mi go, kopekê vê gulekê berî bedena Mehmedê Elî Begê, kekê Zahiro
deqê bi gul metê
Mêrekî çê ye rojî qaleqalê giran dîsa kêrî mala bavê te tê
Were wê wê wê wê wê wê wê wê wê wê
Metê ho meke kopekê bêîmanê ho meke
Vê gulekê berî bedena Mehmedê Elî Begê, kekê Zahiro
Mele mêrekî çê yê nava neyara da li erafê meydanê cinyazê vî maqulê xera neke
Were yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo
Lê lê metê Metelanîka wêran ketim sala îsal benda
Mi go hespê Mehmedê Elî Begê, kekê Zahiro deqê bi gul e
Bikişîne ser nala li nalbenda
Were mi go kopekê wê gulekê berî bedena Mehmedê Elî Begê, kekê Zahiro
deqê bi gul metê
Mêrekî çê ye, heqem xeyalê neyara, na dîsa wê di dil da
Were yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo
Lo lo siyaro metê Metelanê kavil ketim wê bi mil e
Mehmedê Elî Begê, kekê Zahiro, ji mal siyar bû
Devî ken e kolozî xwarî wê ser mil e