the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Misretê Elîlito

Eman Eman

Wî eman eman eman eman eman eman Weman qulingo tu ji ku têyî Go Çulê ji bi Çulê sebrê ewê hê hê Tewê hêlîna xwe çêkiriye gaz hêlanê bilind Warê Hecî Elê biniya belekîya Wezê çûme pêşiya qasidê van qulinga Minê go gede lawikê min kanê Go îro çend e derketiye ji Diyarbekira kavil Ewê êvarê bibe mêvanê te zeriyê sebrê, ewê, ewê sebrê Wî eman eman eman eman eman eman Weman qulîngo tu ji ku têyî Go ji Îranê, ji Tûranê, ji Bexdayê Hî tewê hêlîna xwe çêkiriye gaz bêlanê bilind Ware Hecî Elê biniya Meletîyê, devî çayê Wezê çûme pêşiya qasidê van qulinga Minê go gede lawikê min kanê Go îro çend e derketiye ji Diyarbekira kavil Ewê êvarê bibe mêvanê te zeriyê sebrê, ewê, ewê wê sebrê Wî eman eman eman eman eman eman Weman lo go hîva gundê me hîva saveserê, wêhêê ê, ha wêhêê We divê hîva gundê me xeyîdiye îro çend e naçe lo Birîne xelqê têlî delal birînê şûran û qeman e Divê birîna mi evdalê Xwedê birîna riman e Çar tiliya tê da kedenavad eman enava sebrê wêê, wê wê sebrê

Bêjebêje © 2015-2024