Misretê Elîlito
Hêdî Bajo
Bê vê sibê qizilhacê bîna bê tê
Sibe ye qizlacîwê bîna bê tê
De vî gulî martiliyê îşev di êvar da çar nikar tê
Çawa kesekê tune cewabê bide Gimgima şewitî li wê cimê’ re wêê
Ji Bêrûtê wê ji efendî ra le
Lê lê gulekî lêdane Tekîfê Silo birîndar e
Nalînê lo metel tê, hêdî bajo lo birîndar e
Mele bînin bira selewat biqale
Lê lê şerek li mi qewimî, Qizilhacê wê zeviya ketê
Vê bire siyare mi Hesena ji mal siyar bûn go ser bi ketêl
Çawa kesekê tune cabekê bide Gimgima şewitî wê cimeta Golê
Ji Bêrûtê wê ji efendî ra le
De vê gulekê li me dane, Ji me kuştine Tekîfê Silo, qeymeqamê wê dewletê wê
Hêdî bajo lo gula siyara
Divê neleqînin birînê van birîndara
Bêvê şerek li mi qewimî, Qizilhacê wê li beyara
Heqoy qewe Hesena qileçe çêkirin wê li ber dara
Çawa kesekê tune cewabekê bide Gimgima şewitî wê ji Mihê ra
Ji Bêrûtê wê ji efendî ra le
De vê gulekê li me dane, ji me kuştine Tekîfê Silo gula sîyaro
Hêdî bajo lo birîndar e, meleqînin gula siyara bêhale