the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Misretê Elîlito

Medet

Le Medê hêhêhê Medê Medet hay Medê Wezê hû nazik im hû nazdar im Wezê nizam nazê xwe li kê kim Ne bav e li bavê kim, ne bira ye li birê kim Wezo oy oy oy oy, kotî şindokî mêrê xwe kim Ezo rûniştî bûm li emrê nihêrî Kotî şindokî mêra der da kete hundir Menîkê li mi girtiye, şivekê li zenda mine zer daye Ez merûma Xwedê nikarim qolê zêra Qolqol ser çawê belek weynim, gava qolqol çêkim Hey lo hoho, hecî bavo, ez bizanim Bav û birê min min bikujin Goştê min serê rima va kin, serê riya bela kin Xurê teyra li piya kin, wezo bigerin Gede lawikê xwe bivînim bînim, nava sing û berê xwe têxime mêvan Sêvê bi min kalo Rewanê nava heval hogira da dikevirên Medet, Medet hay Medet, Medet hay Medet Hî bê Medê hê hê hê ê hê ê êhê ê ê Dilêm ewra ewrê reş û kerî, kerî Divê memleketê mala bavê mi ra bike mi ra xortê hengî yetme ye tûjik e ha bi temerî hay Hey lo ho ho ho, Hecî go wez bi zar im Bav û birê min ê mi bikujin, goştê min serê rima va kin Xurê teyra li piya kin, li serê riya bela kin Wezo bigerim, he qerelawikê bînim nava sing û berê xwe da Hetanî mîrê sîvê bivime kawla Rewanê Nava heval û hogira tê me sereskerî Medê, Medet hay Medet, Medet hay Medet Medê hêêêê hêêêê hêêêêê Divê li memleketê mala bavê mi mahrûma Xwedê Bakî tê baranekî pêra dilîlîne Divê Xwedê wayê ji dê û bavê min ra hilnede Wezê nedame gede lawikê çarde salî çaxê mi ra Wezê girtim dane kotî şindokî mêra Sivê heta êvarê nizam çima dizêrîne Medê, hey Medet hay Medê, Medet hay Medet

Bêjebêje © 2015-2024