the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Misretê Elîlito

Xanimê

Xanimê hê hê hê ê ê, were bi rê da, ha bi rê da Xanima min rê danî ji Mala Şero, rêçûna Stenbolê Meçe mala jêrîn di tavê da Rîşînga şalê, qerçikî kitanê daketine ser peniya qamelê da hey Xanimê hê hê hê hê ê, wê ne mi go sibeka ronike Wey keko de tu were, serê xwe çadira Hafiz paşa da derîne Kuştina xwîşkê xweş e ser cotê di birê da kêwçîyê de wê De rabe malxwêyê wê malê bermal e Xanimê hê hê hê hê, wê le Xanima mi xanima wa li derezê Divê sing û berê qîza wî teresê Fena bavê osmanîkê wa li bezê Bivê Xwedê wayê min ji dê û bavê mi ra hilnedin Wezê nedame gede lawikê çarde salî çaxê mi ra Wezê girtim dame kotî şindokî mêra vî tolazî Xanima ho de wê wê, qacemalê wê de rabin kincên we yo yo Xanimê oy hêêê hêêê hêêê Ezê bûk im, bûka van heciya Wezê şalvarekê te malî birana bikime bişînime kela Mûşê nav terziya

Bêjebêje © 2015-2024