the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mistefa Bazîdî

Te Nebînim

Min xwe hinda kir wan çavê te de Hezkirina te ji serê min zêde Wan çava kilke zende zerbade Ji min dûr here wez te ne bînim De rabe here, de rabe here Çava li min dûrxe du jimin vegere Her bijangek tîr, şûr û xencer e Hezar car kuştim ji yek awire Min dest ji berda têrbûm evînê Ez qebûl dikim vê dûrketinê Çavê min kor bê ne wê dîtinê Rabe tu korke, wez te nebînim De rabe here, de rabe here Çava li min dûrxe du jimin vegere Her bijangek tîr, şûr û xencer e Hezar car kuştim ji yek awire

Bêjebêje © 2015-2024