the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mizgîn Tahîr

Ay Dilo

Ay dilo, dilo bê hêviyo Çi tayeke sar e Janeke bê zar e Ay dilo kela te radibe Ji xema hêviyên te sar dibin Da dor min mirina zû Xewna min da pê ba Lo jaro sozê bê rû Hilnanî raza me Li hêviya te mame Dostê meya şevan Şûna vala, ma oxira zorê Riya gorê, kîn li hawirdorê Wenda bû hêvî ha Jaro, dilo jaro.. Ay dilo bîranîn mirine Bûne wek perîkan Bi ser ba ketine Roniya sibehê bûm Min şewq dida Rûpelên daran Baskê periyan geş dibûn Rû li ken bûn demên me Lo dilo doza me bû çêja sekrata me Razîbûna qels im Dostê meya şevan Şûna vala, ma oxira zorê Riya gorê,kîn li hawirdorê Wenda bû hêvî ha Jaro , dilo jaro

Bêjebêje © 2015-2024