the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mizgîn Tahîr

Evîna Cegerxwîn

Yar ku ne mêvanê te bî ma tê bi mizgînê çikî? Daye ne rêzanê te bî ma tê bi dûrbînê çikî? Yar wek kevoka xweş kedî Serbest û bê şerm û fedî Xwe li pencera eşqê nedî Ma tê bi wê dînê çikî Heta di eşqê wernebî Heta di eşqê wernebî Dil wek bîhokê zer nebî Wek mem evînperwer nebî Ma tê bi wê zînê çikî? ? Gul jê nebarin mil bi mil, tê bi nerînê çikî? Yar ku bi moda kevn neyê Û Palê nede ser maseyê Xweş xweş neyê dengê neyê Ma tê bi şêrînê çikî? Bê zêr û zor û şans û yar Bê av û cam û gulîzar Bê xurtî û bê soz û bê kar Ma tê bi vê jînê çikî ? Ta wek Cegerxwîn dîn nebî Evîn di dil de şîn nebî Talî bi te şêrîn nebî Ma tê bi zanînê çikî?

Bêjebêje © 2015-2024