the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mizgîn Tahîr

Heyran Jaro

Heyran jaro Malan barkirî ji berê deryayê Ay lê malan barkirî ji berê deryayê Hey de bila kula Xwedê bikeve mala sabûnpêjê Hey, sipêr tê Heya Jaro hay ax ax Wey lê piyê heyranê mirê malê gemar girtî Wey torê ezê şor bê … Hey le mino … Ho hoy şor bê ser pehniya ma Hey wayê wayê wayê Hey bila heyranê min sax bê Hohoyê dostê xayinê yemanê He heyyy ha heyy ya! Heyran Jaro Heyran jaro Malan barkirî ji berê deryayê Keriya xwe kêşa astengê hey lemino! Ay lê malan barkirî derya keriyoka xwe kêşa hahey astengê Ay lê heyran dibêje teze ez hatim tevafa xal a gerdana yarê Hey le mino Hohoy wê rext keleşê navtengê way Hey wayê momê momê Ay lê te kiras qezê Werzeromê Te hinara li ser şitlana rebenê Ho ho hoy min desta girta min dev çomê ax hey Heyran Jaro Heyran Jaro hoy Ezê ji kulikê te dimirim here hoyê ho ho ho hoyê Heryan Jaro min got ezê ji kulikê te dimirim Mane çavê reş u belek kilê Siphanê jê nagirim Yarikê vî zemanî bi dev dostin Wey qelba dilê xwe kafirin! Heçi ku dostik û yarika wan kêfa dilê wan be Li gor milk û emlak a ji bav u birakê me re şêrintir e! De jaro ho ho hoy Wey de rabe keçkokê , mal te keçîne he hey Memik hêke li ser hêlin e Zozan xweşi n Wey delalê ez û tû biçînê Heyran tenîna Sindiyan! Heryan jaro min go tenîna Sindiyan! De min got malan bar kir reş kona, hay Ezê nizanin ne simbêlê heyranê min sortire ; Ne qurmizê ser detsê keçkokê van Cuhiya! Ezê heyranê xwe havînê banê xanî nehêlim Ber gezê van pêşuyan! Ezê destê heyranê xwe bigirim ra serê mila Hey leqayî pêşberê ser xaniyê wey çêrina van kûviyan De jaro ho ho hay De bila heyranê min sax be Le belê canika wê jî vire Heyran, heke tu mazî çinî Xwe zinaran bernede lo! Heryan jaro, min got ; Heke tu mazî çinî xwe zinaran bernede Heke tu hevala û hogir bî; gotinan li min n de! Na ne wele heke tu heval û hogir bî; Şevika nîva şevê rabe were Destê xwe bavê xal û nîşana gerdenê, sing u berê tu bernede! Heyanî sehera serê sibê Melayê azanê , sitêra sibê li me ve de De jaro ho ho ho hayê Hey de rabê keçkokê he hey He hey cahil e mal te nanpêje De tê naninkî pêjî bavêjî nav devê sêlê De kulik u meraqa heyranikê xwe jê Wey lê çavê xwe paqij kê ji hêcatê vê dukelê He heheyy Ha hiyyy ya ax

Bêjebêje © 2015-2024