the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mizgîn Tahîr

Lorîka Adîloş

Derdên sor wek xwînê, gulên heft ber Û ji alîkî berf dibare ? qerêj da ? zozan Zemherîr, ta dirêj bûn ji dil Dirêj dike. Her wek ku buhar im Her wek ku Amed im Ez bi te raman dibim ? Adîloşê min, ez te di kurî xwe de veşêrkim Wê bi min xweş û zelal be Lorî, lorî Adîloşê min Lorî, lorî Adîloşê min Tu çêbûyî sê rojan me tu birçî hîşt Sê rojan me pêsîr neda te Adîloşê min. Ji ber ku derdê şa ne wisa ye Êrîş bike pêsîra wê nuha Êrîş bike û mezin bibe Êrîş bike û mezin bibe Ev îro ? Ev namûs li ser nasnama me hate kolan Vana binase û mezin bibe Lorî, lorî Adîloşê min Lorî, lorî Adîloşê min

Bêjebêje © 2015-2024