the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mizgîn

Bilbilo

Bilbilo çima wanî tu dinalî ? Per û baskê te bi xun û bi figanî Ji welatê xwe dûr ketî kûr dinalî Bê heval û bê dost û yar û jiyanî Bilbilo lo hoy birîndaro Ezê per û baskê te derman kim Welatê rojê ji bo te azad kim Ezê te bi hêlîn û bi pergal kim can Hêlîna te li çiki bilind ava kim Bilbilo lo jaro Ezê te li dîwana dengbeja bi mevan kim Ezê bang hemû hozan û dengbeja kim Şahê dengbêja Şakiro ji xweşiyar kim Bara bêje çum Helebê cihê bukan û rinda Şahê dengbeja Şakiro ji xweşiyar kim Bi dilkî şahî emê ji xwe re li wî gohdar kin Bilbilo lo hoy bê waro Ezê Serhedê ji te re nû ava kim Zozanê bav û kala ji te re pergal kim Ezê te bi jiyanê ve nû ve Şah kim can Hêlîna te çikî bilind ava kim Bilbilo jaro

Bêjebêje © 2015-2024