the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Muhemmed Abdul

Dilim Degrî

Dilim degrî, dilim degrî Leber satî tenyayî Dilim degrî, dilim degrî Leber cefa, bê wefayî Xoşewîstim êstaş dîsan Wekû caran dêye xewim Katêk be pêkenînewe Katêk be dilî xemînewe Azîzekem çak dezanim Etoş dilit bê qerare Hemû şewê xem daygirtum Hemû dilim birîndare Dilim degrî, dilim degrî Leber satî tenyayî Êstaş dîsan wekû caran Dilî tengim delawênim Be yadî to hemû şewê Koşkî îşqim derazênim Êstaş dîsan wênekanit Hemû şewê le ber çawmin Firmêskekanim wekû baran Le çawanim her debarin Bellam tuxwa dway ewînim Namekanim mesutêne Halî dilim le bîr meke Koşkî îşqim meruxêne

Bêjebêje © 2015-2024