the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Murad Demir

Hoy Nerm e

Hoy nerm e nerm nerm e delalê Nermê ne'l mal e Hoy nerm e nerm nerm e ser zêrê'j gundê fela ne Me'j bavê Nermê şerm e delalê Nermê ne'l mal e Me'j bavê Nermê şerm e ser zêrê'j gundê fela ne Hoy Nermûka Tîyarî delalê Nermê ne'l mal e Hoy Nermûka Tîyarî ser zêrê'j gundê fela ne Ya'l serî şemla barî delalê Nermê ne'l mal e Ya'l serî şemla barî ser zêrê'j gundê fela ne Qedîm tu'l gel min yar î delalê Nermê ne'l mal e J' qedîm tu'l gel min yar î ser zêrê'j gundê fela ne Nermê keçka gundî ye delalê Nermê ne'l mal e Nermê keçka gundî ye ser zêrê'j gundê fela ne Ya'l serî şemla spî ye delalê Nermê ne'l mal e Ya'l serî şemla spî ye ser zêrê'j gundê fela ne Qedîm de ya cindî ye delalê Nermê ne'l mal e J' qedîm de ya cindî ye ser zêrê'j gundê fela ne Nermê cana Welat î delalê Nermê ne'l mal e Nermê cana Welat î ser zêrê'j gundê fela ne Heeeee heee heyî hê hê hêê he hee he B' karê xwe ve b'xêr hatî delalê Nermê ne'l mal e B' karê xwe ve b'xêr hatî ser zêrê'j gundê fela ne Bo vî navî xelat î delalê Nermê ne'l mal e Bo vî navî xelat î ser zêrê'j gundê fela ne *Duet: Erdem Altinses Deşîfrasyon: Xendekî Çavkanî: Kalan Muzîk Youtube

Bêjebêje © 2015-2024