the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Murad Demir

Rez

Hay hay çûm nav rezê babê te Min du gul jê ve kirin Hay hay şewteka mezin rabû Kelek û gemî birin Hay hay berê min ma l’ rêka te Eşqa te ez dîn kirim Hay hay çûm nav rezê babê te Min du gul jê bizdandin Hay hay şewteka mezin rabû Kelek û gemî ş’kandin Hay hay da b’gehîne miradê Hêvî (û) di’a me xwandin Hay hay deriyê mala b’ rihan e Pişta mala rihan e Hay hay rihana kate dane Eşqa me ya giran e Hay hay bo min reşe-rinan î Pîroz bî bo vî canî Gotin: Îsmail Demir Muzîk: Gelêrî Aranje: Erdem Altınses

Bêjebêje © 2015-2024