the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Murat Bektaş

Hesenê Mûsa

Heywax limin heywax limin lo malaminê Sozû bextû qerar nema lo li dara dinê Xudê xirabikê mala xwediyê lo dil girtinê Yadê yabo hesenê mala mûsa tê mi dixwazê min nadinê Wele bi Xudê minê digo hûnê min bidin mala hesenê mûsa min bidênê Wele heger hûnê min nedin mala hesenê mûsa wezê kincê xweyê bişînim lo ser malkînê lo ser bû yaxê Ezê piştî çavê reş û belek wezê pêre mêra li xwe heramkim lo li dara dinêê Heywax limin heywax limin heywax limin heywax limin lo malaminê Yadê heyra lime derket cejna lo Remezanê Yadê gidî qîzê gundême derketin ber guvendê lo li ber dîlanê Yadê wele xurtê gundême daketin ber kêlikê li ber nîşanê Ezê çiqas çavê xwe rebenê digerînim û na gerînim Wezê Tûrînê mala mûsa qet nabînim lo li meydanê Heywax limin heywax limin heywax limin lo malaminê Yadê rebenê hesenê mala mûsa lo tembûrvane Gustîla tiliya tûrînê malê qaşav mase lo karebane Xudê xirabikê mala simê qaso hesenê ceafo Wele li serêmin û tûrînê mala mûsa rakirne lo fermane Heywax limin heywax limin heywax limin lo malaminê

Bêjebêje © 2015-2024