the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Muşlu Ihsan

Ez Hêsîrê Çavên Te Me

Ez hêsîrê çavên te me Ne ez girtî me Gava te nebînîm yarê Ew roj mirî me Kê destê min û te yarê Ji hev biqetîne Belkî mala wî bibe wêran Şîn û gîrîn e Emê herin li cem felekê Giliyê we bikin xayîn / zalim We destê me ji hev qetand Emê çi bikin zalim / xayin Bê te roja xweş ji min re Mîna zindan e Tîrê evîniyê dil va Şax vedan e Çima barê evîniyê Ewqas giran e Şikand dest û çongê min Ez binî da mame Emê herin li cem felekê Giliyê we bikin xayîn / zalim We destê me ji hev qetand Emê çi bikin zalim / xayin

Bêjebêje © 2015-2024