the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mustafa Dadar

Kurdistan

Kurdistan ey nîştimanim Hêzî dill, aramî giyanim Cêy serbillindî û şanazî Ta dill dexwazê dillxwazî Mêşkim, hestim, bîrim, jînim Bo ton ey giyanî şîrînim Gullî pişkûtûy bêpayîz Sîs nabê û nawerê hergîz Gullim bo destî dilldarit Çeqllim bo çawî bedkarit Mêşkim, hestim, bîrim, jînim Bo ton ey giyanî şîrînim Ta zîndûm her toy mebestim Xoşim dewêy detperestim Bişmirim leşî be gill bû Derrwênî çend gull û dirrû Mêşkim, hestim, bîrim, jînim Bo ton ey giyanî şîrînim Hejar mukriyanî

Bêjebêje © 2015-2024